Dewleta Tirk li Lîbyayê hêzên hikumeta Wîfaqê perwerde dike

Dewleta Tirk ji bo têkbirina çareseriya siyasî li Lîbyayê, dest bi perwerdekirina hêzên hikumeta Wîfaqê li ser taktîkên şer ên nû û çekên giran kir.

Dewleta Tirk li Lîbyayê hêzên hikumeta Wîfaqê perwerde dike
14 cotmeh, 2020   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku hêzên wan perwerdekirina hêzên hikumeta Wîfaqê berdewam dikin. Her wiha hin wêneyên ji dema perwerdekirina endamên hêzên Wîfaqê ji aliyê artêşa Tirk ve li ser çawaniya tankên M60 li kampên perwerdeyê li bajarê Misratayê  belav kirin.  

Wezaretê li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand û diyar kir ev dewreya perwerdeyê di çarçoveya peymana perwerdekirin, hevkarî û şêwira leşkerî de ku dewleta Tirk pêşkêşî hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê dike de tê. Lê çavdêr dibêjin ku dewleta Tirk bi vê perwerdekirina xwe hewl dide daxwazên hundirîn û navneteweyî yên jiholêrakirina komên çekdar paşguh bike.   

Wezaretê pêncşema derbasbûyî wêneyên perwerdeya deryayî ku perwerdekarên dewleta Tirk ku li bajarê El-Xems ê rojhilatê Terablusê perwerde dikirin, belav kirin û got ev perwerde dê heya 7 hefteyan berdewam bike.

Dewleta Tirk bi vê perwerdeyê, keda siyaseta herêmî û navneteweyî ku niha ji bo çareserkirina aloziya siyasî tê dayîn, red dike.