‘Dewleta Tirk firotina petrola Başûrê Kurdistanê ji Îsraîlê re garantî kir’

Pisporekî têkiliyên navneteweyî got di 20 salên dawîn de ji bo firotina petrola Başûrê Kurdistanê ji Îsraîlê û artêşa wê re, dewleta Tirk garantî daye.

‘Dewleta Tirk firotina petrola Başûrê Kurdistanê ji Îsraîlê re garantî kir’
14 cotmeh, 2020   10:08
 NAVENDA NÛÇEYAN

Pisporê têkiliyên navneteweyî Dr. Eymen Semîr got beriya derketina DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê petrola Başûrê Kurdistanê bi rêya kamyonan bi qaçaxî derbasî Tirkiyê û ji wir jî derbasî perava Ceyhan a Tirkiyê dihat kirin. Keştiyên Tirkiyê ev petrol derbasî peravên Îsraîlê dikir û piştî ku keştî diketin peravên Îsraîlê û barê xwe datanîn, vedigeriyan ava navneteweyî û ji wir derbasî girava Qibrisê dibûn.

Semîr lêkolîneke xwe di rojnameya El-Beyan a Îmaratê de belav kir û tê de got: “Keştiyên Tirkiyê petrola ku DAIŞ`ê revandiye, ji Tirkiyê derbasî perava Aşdod a Îsraîlê kir. Ev yek tê wateya ku tankên Îsraîlê bi petrola ku ji perava Ceyhan a Tirkiyê tê, dixebitin.”

Semîr da zanîn ku tevliheviya dewleta Tirk li welatên Ereban derxistiye, ji bo xurtkirina hebûna xwe li ser du beşan bû; ya yekê bi rêya piştgiriya komên radîkal ên terorîst, ya duyemîn jî bi xurtkirina têkilliyên bi Îsraîlê re ku berevajî wê yekê îdia dikir.

Eymen Semîr piştrast kir ku guhertina helwest û daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û meşandina polîtîkaya “nezalalbûnê”, êdî ji her kesî re xuya ye.

(cx)