​​​​​​​Êzidiyên herêma Cizîrê: Divê pêkhateyên herêmê piştgiriya hev bikin

Êzidiyên herêma Cizîrê diyar kir ku dewleta Tirk pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire da ku guhartina demografiyê pêk bîne. Her wiha bang li gelên li herêmê kir ku vîna xwe xurt bikin û got "Divê pêkhateyên herêmê tevahî piştgiriya hev bikin."

​​​​​​​Êzidiyên herêma Cizîrê: Divê pêkhateyên herêmê piştgiriya hev bikin
14 cotmeh, 2020   06:41
HESEKÊ-BASIL REŞÎD-HINAR ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya hedefgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide bajarên wan dagir bike, şêniyan koçber bike û guhartina demografiyê pêk bîne.

Di encama jiyana hevbeş a tevahî pêkhateyan a li ser biratiya gelan de, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû mozaîkeke hevgirtî. Ev model li Rojhilata Navîn li gel Rêveberiya Xweser ku xwe dispêre fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, a yekemîn e.

Rojnameger Cabir Cindo yê pisporê kar û barên êzidiyan da zanîn ku gefên dewleta Tirk ne nû ne, lê belê ji kevn de hene û ew jî ji dema avakirina dewleta Tirk ve ne û dewleta Tirk gefên li ser gelên herêmê, bi taybet jî gelê Kurd berdewam dike.

Cindo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, hebûna pêkhateyên herêmê û binesaziya civakî hedef digire da ku guhartina demografiyê pêk bîne.

Cabir Cindo di dawiyê de bang li NY û Koalîsyona Navneteweyî kir ku bi erkên xwe yên parastina herêmê ji gefên dewleta Tirk ên aştiya şêniyan hedef digirin, rabin.

Dewleta Tirk her tim hewl dide fitne û hincetan di navbera gel de biafirîne û pêkhateyên wê derbe bike. Lê belê hevgirtin û yekitiya gelên herêmê her tim li pêş planên wê kelem in, ajandeyên bi hedefa tevlihevî û derbekirina ewlehî û aramiyê têk dibin.

Endamê Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Mehmûd Reşo jî eşkere kir ku çi partiyeke siyasî, çi li Rojava yan jî parçeyekî din ê Kurdistanê dibe bila bibe, heke mafên gelê Kurd daxwaz kirin, li gorî dewleta Tirk a dagirker ew terorîst e.

Reşo got dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên li ser civaka êzidî hewl dide wê têk bibe. Ji ber ku dizane ku ew çanda gelê Kurd û dîroka wê ye.

Reşo diyar ku dive gelên li herêmê û pêkhate yekitiya xwe ava bikin û vîna xwe xurt bikin da ku parastina xak û çanda xwe bikin, herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine, rizgar bikin.

Mehmûd Reşo wiha bi dawî kir: "Divê tevahî pêkhateyên herêmê piştevaniya hev bikin. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe zêdetir dike û dewletên mezin jî bê deng in."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rqqRGXbyxUQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>