Beşdarî hemleya "Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em bi hev re jin û jiyanê biparêzin" bibin

Endama komîteya amadekar a hemleya" Na ji dagirkerî û qirkirinê re,em bi hev re jin û jiyanê biparêzin" diyar kir ku di hemleyê de gelek bername û çalakiyên cur bi cur hene ku dagirkeriyê û tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar dikin. Endama komîteyê bang li tevahî jinan kir ku beşdar bin.

Beşdarî hemleya "Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em bi hev re jin û jiyanê biparêzin" bibin
14 cotmeh, 2020   07:02
HESEKÊ-BASIL REŞÎD-HENAR ÎBRAHÎM

Di 8’ê Cotmehê de komîteya amadekar bi navê rêxistin, tevger û saziyên jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da. Tê de hemleyeke nû ya bi diruşma" Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em bi hev re jin û jiyan biparêzin" ragihand.

Hedefa hemleyê şermezarkirina êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker, redkirina komplo û tecrîda li dijî rêber Ocalan û banga li jinên cîhanê ya piştevaniya şoreşa jinê ye.

Di hemleyê de 36 rêxistinê jin beşdar in; Kongreya Star, Meclisa Jinan a Sûriyê, Yekitiya Jinan a Suryan, Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Nivîsgeha Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Nivîsgeha Jinan a MSD’ê, Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê, Yekitiya Jinên Ciwan, Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinan, Şebekeya Pêşengên Aştiyê, Navenda Lêkolîn û Mafên Jinan li Sûriyê, Rêxistina Mafên Mirovan, Rêxistina Insaf a Geşekirinê, Rêxistina Yasmîn, Komeleya Şaşka ya Jinan, Rêxistina Aşna ya Geşkirinê, Rêxistina Firat a Alîkarî û Geşkirinê, Navenda Edel a Mafên Mirovan, Komeleya Dicle ya Parastina Jîngehê, Navenda Belsem ya Zanabûna Tenduristî, Komeleya Bakur a Xeyrî ya Alîkarî û Geşkirinê, Rêxistina Cizîrê ya Geşkirin, Rêxistina Xaka Aştiyê, Rêxistina Kobanê ya Alîkarî û Geşkirinê, Rêxistina Hêvî ya Alîkarî û Geşkirinê, Komeleya Soz a Alîkarî û Geşkirinê, Rêxistina Dayîn a Baxozê ya Geşkirin, Rêxistina Zend a Geşkirina Şeifa ya rojhilatê Dêrazorê, Rêxistina Foruma Nehrên, Dan a Alîkarî û Geşkirinê, Rêxistina Terahum a Geşkirin û Dayînê, Rêxistina Doz a Civaka Sivîl, Komleya Bukra Ehle ya Alîkarî û Geşkirin, Komleya Maya û Komeleya Norcan a Xeyrî ya Amûdê."

Der barê girîngiya hemle, danasîn, nirxandin û çalakiyên wê de, endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê û yek ji endamên komîteya amadekar a hemleyê Bêrîvan Îsmaîl axivîn.

‘ÇALAKÎ Û XEBATÊN CUR BI CUR ÊN HEMLEYÊ HENE’

Bêrîvan Îsmaîl di vî warî de wiha got: "Di 8’ê Cotmeha 2020’an de me dest bi hemleyeke nû ya bi dirûşma"Li dijî qirkirina jinan, dem hatiye ku parastina jin û civakê bikin" kir. Hemle bi pêşengtiya Kongreya Star, rêxistin û komeleyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Bêrîvan Îsmaîl wiha domand: "Hedef ji destpêkirina vê hemleyê, şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî yên li dijî jinan e. Her wiha girîngiya mezin didin jinan, ji ber ew endama bingeh û girîng di civakê de ye. Li aliyekî din jî hedefa me bîranîna şehîdên mîna dayîka Eqîde û Hevrîn Xelef, Zehra Berkel û têkoşerên di oxira azadiya jinan de canê xwe daye û tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan e."

Bêrîvan Îmsaîl diyar kir ku hemle heta 3 mehan berdewam e. Anku heta 9’ê Çileyê. Di hemleyê de bernameyên mezin, çalakî û xebatên cur bi cur mîna; meş, daxuyanî, civîn û panel hene. Bêrîvan Îsmaîl wiha berdewam kir: "Para Kongreya Star a mezin ji bernameyên hemleyê heye. Bernameya hemleya taybet ji her mehekê re diyar dibe. Dê tevahî komîteyên di Kongreya Star de li gorî bernameya taybet bixebitin, ji komîteya edalet û mafan, komîteya civakî û heta bi komîteya çapemenî, çand û hunerê."

Girêdayî çalakiyên li gorî kantonan Bêrîvan Îsmaîl wiha eşkere kir: "Ji her kantonekê re parek ji bernameya hemleyê heye. Lê belê hin cihêrengî bi sedema girêdana kantona bi bernameya komîteyan re heye. Dê ji her kantonekê re, bernameyên taybet ên girêdayî şaredarî û navçeyan hebin, tê de civînin berfireh li ser rewşa jin û dagirkeriyê bên lidarxistin. Her wiha dê gelek panel li şaredarî û navçeyên kantona bi sernavê "jin û dagirkerî" bên lidarxistin."

Bêrîvan Îsmaîl wiha bi dawî kir: "Hemleyê di civakê de dengvedanek mezin çêkir. Em bi hêvî ne ku encamên girîng di dawiyê de derkevin. Bang li tevahî jinan dikim ku beşdarî vê hemleyê bin."

Piştî çalakiyên hemleyê bi dawî bibin, tê payîn ku daxuyaniya dawîn a hemleyê ya encamên wê bê dayîn.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_fNs6SjmAzE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>