Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Şehbayê hatin bibîranîn

Sê cangoriyên azadiyê yên Berxwedana Rûmetê, li goristana Şehîdan a navçeya Ehrisê ya Şehbayê hatin bibîranîn.

Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Şehbayê hatin bibîranîn
Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Şehbayê hatin bibîranîn
Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Şehbayê hatin bibîranîn
Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Şehbayê hatin bibîranîn
Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Şehbayê hatin bibîranîn
Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Şehbayê hatin bibîranîn
Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Şehbayê hatin bibîranîn
Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Şehbayê hatin bibîranîn
13 cotmeh, 2020   18:30
ŞEHBA

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê merasîmê bîranîna şehîdên Berxwedana Rûmetê ya li Serêkaniyê Reşîd Reşîd (Reşîd), Mihemed Ebdulhemîd (Canfeda) û Bawer Ehmed li goristana Şehîdan a navçeya Ehrisê ya Şehbayê li dar xist. Bi dehan ciwan û malbatên şehîdan beşdarî bîranînê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin a bîranîna şehîdan dest pê kir. Bi navê malbatên şehîdan axaftin hate kirin, di axaftinan de hate gotin ku şehîdan ji bo azadî û jiyaneke bi rûmet canê xwe feda kirine. Her wiha soza şopandina xeta wan hate nûkirin.

Endamê rêber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê herêma Efrînê Reşîd Silêman behsa rola her sê şehîdan kir û got: "Hersê şehîdan banga serferberiya giştî bi cih anîn, di dema êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyê  de bê teredudu tev li refên parastinê welatê xwe bûn."

Li ser berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji Kobanê, heta Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî sînivîzoyonek hate pêşandan.

Di dawiyê de beşdaran mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/37zqQTr2sEI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>