Çalakvanekî Êzidî li Dihokê hate qetilkirin

Çalakvan û xêrxwazê civaka Êzidî Şêx Paşa îro di seatên êvarê de li navçeya Sêmêlê hate qetilkirin.

Çalakvanekî Êzidî li Dihokê hate qetilkirin
13 cotmeh, 2020   19:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Paşa Mehmûd piştî êrişa Çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê bi rêya dost û hevalên xwe ji bo malbatên Êzidî ku di nava çadiran de li Başûrê Kurdistanê diman û rewşa wan ya madî ne baş bû, xêr kom dikir û li ser wan belav dikir.

Bi karên xwe navdar bû kesekî çalakvan bû. Îro di saetên êvarê de li navçeya Sêmêlê a ser bi Dihokê , ji aliyê kes yan jî kesên nenas ve bi guleyan hate qetilkirin.

Li gorî agahiyan di derbarê bûyerê de lêkolîn destpêkiriya lê heya niha tu kes li ser buyerê nehatiye girtin.