Nivîskar: Yekitiya kurdî dê kurdan ji qirkirinê biparêze

Nivîskarên ji Qamişloyê diyar kirin ku tenê yekitiya kurdî wê rê li pêşiya êrişan bigire û gotin: “Yekitiya kurdî dê kurdan ji qirkirinê biparêze.”

Nivîskar: Yekitiya kurdî dê kurdan ji qirkirinê biparêze
14 cotmeh, 2020   06:16
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî kurdan û yekitiya kurdan, nivîskarên ji bajarê Qamişlo axivî.

Berdevkê fermî yê Yektiya Nivîskarên kurd-Sûrî Gulal Kasanî diyar kir ku ew dizanin di dirêjahiya dîrokê de ji dema Osmaniyan ve heta roja îro dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrişî herêmên kurdan dike û wiha got: "Bi taybet jî di van salên dawîn de êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike."

Kasanî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku van êrişên hovane li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar bikin û got: "Daxwaziya me ji hemû aliyên siyasî yên kurdî heye ku bi roleke hevpar li dijî van êrişan rabin û karibin di civaka navneteweyî de kêşeya kurdî bi awayekî aştiyane çareser bikin."

Nivîskar Faris Osman jî da zanîn ku ji dema ku aloziya Sûriyê dest pê kiriye miletê Sûriyê bi taybetî gelê kurd di bin gefên dewleta Tirk de ye û got: “Armanca dewleta Tirk ew e ku miletê kurd li Rojavayê kKurdistanê negihêje mafê xwe, ji ber vê yekê gefên xwe roj bi roj zêde dike.”

`FOBÎYA "MILETÊ KURD" BI DEWLETA TIRK RE ÇÊBÛYE`

Osman diyar kir ku dewleta Tirk careke din gefan li gelê kurd dixwe, ne tenê li Rojava lê belê li Başûr, Bakur û seranserî cîhanê û got: "Fobyaya `miletê kurd` bi dewleta Tirk re çêbûye.”

Osman bang li gelê kurd kir ku li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin û li dijî gefên ku bi armanca qirkirina gelê kurd tên kirin, bisekinin.

Osman daxuyand ku gelê kurd tenê bi yekitiyê dikarin xwe biparêzin û got: "Bi baweriya min, bêyî yekitiya tevgerên siyasî em ê nikaribin gavekê bavêjin.”

Osman da zanîn ku dewleta Tirk bi sedan salan e ku hewl dide miletê kurd qir bike û got: "Mafê 25 milyon kurd li bakur Kurdistanê nade wan. Her wiha qebûl nake ku kurd li mafên xwe bigerin an bi dest bixin.”

Osman bang li rewşenbîr û siyasetmedaran kir ku lêvegereke xwe ava bikin da ku banga mafê gelê kurd bikin û got: "Di nav gel de, li cîhanê û li herêmên me, siyaseta dewleta Tirk û rûyên wê yên qirêj eşkere bikin.”

Nivîskar Omran Yûsif jî li ser êriş û kiryarên dewleta Tirk axivî û da zanîn ku îro rola ku dewleta Tirk li Rojhilata Navîn dilîze ji hemû cîhanê ve eşkere ye û wiha domand: “Em dibînin ku dewleta Tirk dest li hemû deveran werdide û şer dibe wan herêman.”

Yûsif diyar kir ku li gorî sîstema navneteweyî divê sînoreke ji dewleta Tirk re were danîn, ji ber ku Tirkiy hemû sînor derbas kirine û got: “Em dizanin ku dagirkirina dewleta Tirk çi bi xwe re tîne. Tirkiyê rûxandin û kiryarên dermirovî pêk tîne û tu hesab jê nayê xwestin. “

Yûsif daxuyand ku wekî nivîskar ew dagirkerî, zilim û sitemkariya dewleta Tirk a dagirker li wan herêman şermezar dikin û wiha got: “Dagirkeriya dewleta Tirk gelek wêranî, zêdegavî û binpêkirin pêk anî.”

Yûsif wiha pê de çû: “Di derbarê van kiryarên dermirovî yên tên kirin de, divê cîhan li hemberî dewleta Tirk derkeve û ji herêmên ku dagirkirine derxîne, ji ber ku bi hebûna dewleta Tirk û çeteyên wê tu carî aramî û ewlehî pêk nayê.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xq11sD6kp2Y" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>