Li herêmên hikumeta Şamê 52 kesên din bi vîrusê ketine û 3 jî mirin

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku di 24 saetên dawî de 52 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 3 kesên din jî mirin.

Li herêmên hikumeta Şamê 52 kesên din bi vîrusê ketine û 3 jî mirin
13 cotmeh, 2020   20:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê bi daxuyaniyekê eşekere kir ku li Sûriyê di 24 saetên dawî de 52 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesên din jî mirine.

Li gorî daneyên dawî yên wezaretê hejmara pêketiyên vîrusê bû 4 hezar û 826'an û hejmara miriyan jî bû 231'an.

(fr)