Akademiya Yadê Eqîde ya Edaleta Jinê hate vekirin

Kongreya Star a navçeya Girkê Legê, di salvegera yekemîn a şehadeta yadê Eqîde de, "Akademiya Yadê Eqîde ya Edaleta Jinê" vekir.

Akademiya Yadê Eqîde ya Edaleta Jinê hate vekirin
Akademiya Yadê Eqîde ya Edaleta Jinê hate vekirin
Akademiya Yadê Eqîde ya Edaleta Jinê hate vekirin
Akademiya Yadê Eqîde ya Edaleta Jinê hate vekirin
13 cotmeh, 2020   18:17
QAMIŞLO

Hejmarek şêniyên kantona Qamişlo, endamê û rêveberên Kongreya Star, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî merasîmê vekirinê akademiyê bûn. Qada akademiyê bi wêneyên şehîd yadê Eqîde û alên Kongreya Star hat xemildanin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama rêveber a Komîteya Lihevanînê ya Kantona Qamişloyê Sumeya Bidûr axivî û li ser kesayeta yadê Eqîde wiha got: "Yadê Eqîde ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve di hemû qadan de têkoşiya û di hemû çalakiyên şoreşê de pêşengtî kir. Yadê Eqîde îsbat kir ji bo azadiya gelê xwe û mafên jinan têkoşînê dike, endameke çalak  a Komîteya Lihevanînê ya navçeya Girkê Legê bû û pirsgirêkên civakî çareser dikir."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Sûad Mihemed destnîşan kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cesaret li hemberî êrişên dijwar ên hêzên dagirker ên li ser Serêkaniyê sekinîn û wiha got: "Dayikên ku zarokên xwe li ser giyanê berxwedanê mezin kirine mîna yadê Eqîde  li hemberî êrişan sekinîn, şervanên li eniyên şer bi tenê nehiştin, lê li gel bi hezaran şêniyan berî dan Serêkaniyê da ku piştgiriyê bide gelê wê."

Bi berdewama merasîmê de, bi navê Koordînasyona Kongreya Star Remziya Mihemed di kesayeta şehîd yadê Eqîde de, hemû şehîdên Serêkaniyê û şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha dom da axaftina xwe: "Yadê Eqîde bû sembola jina berxwedêr, di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de mîraseyek bû û bê dû dilî bersiva banga QSD'ê ya li hemberî dagirkeriya Tirk da û berî da Serêkaniyê û li wir gihişt asta şehadetê."

Kurê yadê Eqîde, Akif Mistefa destnîşan kir ku dayika wî rihê welatparêziyê di nav wan de ava kir, da ku bi hemû hêza xwe tev li şoreşa Rojava bibin û got, têkoşîna wan a heyî bi saya dayika wî ye.

Xelat Xelîl a ji bajarê Serêkaniyê ku şahida komkujiya dewleta Tirk a li dijî sivîlên li Serêkaniyê ye ev tişt diyar kir: "Ew kêlî ji bîra min naçe. Em hêza xwe ji şervanên xwe, şehîdên xwe û felsefeya demokrasiyê digirin. Em ê li ber xwe bidin heta çeteyên talager ên ku welatê me yê bedew wêran kirine, derxînin û li warê xwe vegerin."

Di merasîmê de zarokeke ji Serêkaniyê helbestek li ser yadê Eqîde û berxwedana gel xwend.

Her wiha sînivîzyonek li ser li ser têkoşîna yadê Eqîde hate pêşandan.

Piştî axaftinan, Akademiya Yadê Eqîde ya Edaletê Jinê hate vekirin.

ANHA