Şehîdên ragihandinê yên "Berxwedana Rûmetê" hatin bibîranîn

Şehîdên ragihandinê Dilovan Gever, Mihemed Reşo, Seed Ehmed û Welat Erdemcî yên ku di "Berxwedana Rûmetê" de şehîd bibûn, ji aliyê rêheval û malbata xwe ve hatin bibîranîn.

Şehîdên ragihandinê yên "Berxwedana Rûmetê" hatin bibîranîn
13 cotmeh, 2020   16:26
QAMIŞLO

Endama ragihandina YPJ`ê Dilovan Gever, nûçegihanê Çira TV Mihemed Reşo, nûçegihanê ANHA`ê Seed Ehmed, xebatkarê çapemeniya azad Welat Erdemcî yên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bibûn, di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hatin bîranîn. Merasîmê bîranînê li ser gora endamê Çira Tv şehîd Mihemed Reşo yê li Gortistana Şehîd Delîl Sarûxan li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Ji aliyê rêhevalên şehîdan pankarta bi nivîsa "Rojnemevanên Azadiyê Şopdarên Heqîqetê" hat rakirin.

Destpêkê rojnemevanê ANHA`yê Ekrem Berekat axivî û da zanîn ku kesê ku berdevkiya civaka xwe dikin dibin hedefa dewleta Tirk a dagirker û got: "Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker êrişî heqîqeta gelê kurd dike, naxwaze heqîqet, rastiya berxwedana Gelê kurd li cîhanê tevahî bê ragihandin".

Berekat diyar kir ku şehîdbûna ku di qada çapemeniyê de ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çêdibe tê wateya ku dewleta Tirk a dagirker ji heqîqeta gelê kurd ditirse û got: "Ji lewra êrişî kesên ku berdevkiya vê heqîqetê dikin dike".

Hevserokê Yektiya Ragihandina Azad Bengîn Seydo jî axivî, destpêkê sersaxî ji malbat û hevalên şehîdan re xwest û diyar kir ku rojnamevan di her operesyonekê de qasî şervanan berxwedaniyê dikin.

Seydo got: "Tevî ku ewqas civaka navneteweyî ya bêbext bêdeng bû, lê rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erka gihandina dengê Serêkaniyê û Girê Spî girtin ser xwe da ku bigihînin tevahî cîhanê".

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QGSjhTFrH14" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>