DYA’yê bang li Tirkiyê kir: Dawî li ‘provakasyonên xwe yên biqest' bîne

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê, bang li Tirkiyê kir ku dawî li ‘provakasyonên xwe yên biqest’ ên li Rojavayê Behra Spî bîn e.

DYA’yê bang li Tirkiyê kir: Dawî li ‘provakasyonên xwe yên biqest' bîne
13 cotmeh, 2020   16:32
NAVENDA NÛÇEYAN 

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYA’yê Morgan Ortagus ku piştî dewleta Tirk ji nû ve keştiyên lêgerîna gazê şandî Rojavayê Behra Spî daxuyanî da û got, “Zorî, gef û xebatên leşkerî aloziya li Rojavayê Deryaya Spî derbas nakin.”

Ortagus got: “Em daxwaz ji Tirkiyê dikin ku van provakasyonên xwe yên hesap kirî rawestîne û hevdîtinên xwe yên bi Yewnanîstanê re bide destpê kirin.”