Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate redkirin

Daxwaza parêzerên Rêber Abdullah Ocalan a ji bo ku miwekîlên xwe bibînin hate redkirin.

Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate redkirin
13 cotmeh, 2020   16:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Raziya Turgut, Serbay Koklu û Ibraîm Bîlmez ji bo ku sibe miwekîlên xwe bibînin serî li Serdozgeirya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriyê biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan a derheqê Rêber Ocalan û 3 navên din, ya Dadgeriya Înfazê ya 2'yan a Bûrsayê, serlêdan red kir.

Ji parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan miwekîlên xwe 2-22'yê Gulanê, 12-18 Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an dîtibûn.