Li Reqayê têkildarî salvegera êrişên dagirkeriyê civîneke hat lidarxistin

Li Reqayê têkildarî salvegera yekemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî, civîneke girseyî hate lidarxistin. Di civînê de axaftin hatin kirin û daxuyanî hatin dayîn.

Li Reqayê têkildarî salvegera êrişên dagirkeriyê civîneke hat lidarxistin
Li Reqayê têkildarî salvegera êrişên dagirkeriyê civîneke hat lidarxistin
Li Reqayê têkildarî salvegera êrişên dagirkeriyê civîneke hat lidarxistin
Li Reqayê têkildarî salvegera êrişên dagirkeriyê civîneke hat lidarxistin
Li Reqayê têkildarî salvegera êrişên dagirkeriyê civîneke hat lidarxistin
Li Reqayê têkildarî salvegera êrişên dagirkeriyê civîneke hat lidarxistin
Li Reqayê têkildarî salvegera êrişên dagirkeriyê civîneke hat lidarxistin
Li Reqayê têkildarî salvegera êrişên dagirkeriyê civîneke hat lidarxistin
13 cotmeh, 2020   14:39
REQA

Buroya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi wesîleya salvegera yekemîn a êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî civînek li navenda Çand û Hunerê ya Reqayê li dar xist.

Civîn bi beşdarbûna bi dehan endamên komîteyên Meclisa Sivîl a Reqayê, şêx û rûspiyên herêmê, endamên Paritya Pêşerojê ya Sûriyê û malbatên şehîdan hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre sînvîzyonek li ser êrişên hovane yê dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê hate pêşandan.

Cîgira Meclisa Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya bajarê Reqayê Zuleyxa Ebdî, li ser navê Yekitiya Parêzerên Reqayê parêzer Xalid El-Hesen, li ser navê şêx û rûspiyên Reqayê şêx Tirkî Sûan û li ser navê malbatên şehîdan Şemsa Salih axivîn.

Di axaftinan de hate destnîşanirin ku operasyonên leşkerî yên terorîst ên ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi navê "Kaniya Aştiyê" ragihandine, bi dehan sivîl kirin qurbanî û bi dehan jî birîndar kir. Her wiha zêdeyî 300 hezar kes da koçberkirin.

Di axaftinan de bal hat kişandin ser polîtîkayên qirkirina etnîkî û guhertina demografîk ku dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî pêk tînin û îşaret bi sûcên li dijî sivîlan, talankirina şûnwarên herêmê û hewldanên çewisandina çanda herêmê hate kirin.

Her wiha siyasetên dewleta Tirk ku çeteyên Sûrî ji bo berjewendiyên xwe tev li şerên li dewletên din dikin hatin şermezarkirin û hate gotin ku berxwedan berdewam e, heta herêmên Sûriyê yên dagirkerî werin rizgarkirin û berxwedana QSD'ê hate silavkirin.

Piştî axaftinan, endamê Desteya Hevserokatî ya Meclisa Sivîla Reqayê Hesen Mustefa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmê hate şermezarkirin. Hate diyarkirina ku siyaseta herî xeter a ku Tirkiyê li herêmên dagirkirî dimeşîne, guhertina demografî ye ku zêdeyî 300 hezar malbatên resen hatin koçberkirin û malbatên çeteyan li şûna wan hatin bicihkirin.

Di daxuuyaniyê de bang li civaka navnetewî û rêxistinên hiqûqî hate kirin ku erê xwe bi cih bîne û sûcdarên şer di dadgehên navnetewî de darizanîn û wiha hate bidawîkirin: "Em teqez dikin ku mafê me yê parastina rewa heye ku xak û destkeftiyên gelê xwe biparêzin, em ê bê teredud li hemberî dijminan bisekinin heta her buhistek ji xaka xwe ya dagirkirî vegerînin."

ANHA