Panela MSD: Ji bo çareserkirina aloziyê û rizgarkirina herêman diyalog pêwîst e

Di panela 8’an a MSD’ê de, girîngiya diyalogan bi hemû aliyên Sûriyê re hate destnîşankirin û hate gotin: "Diyalog rêya siyasî ya yekane ya bidawîkirina alozî, rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegerandina ewle ya koçberan li warên wan e."

Panela MSD: Ji bo çareserkirina aloziyê û rizgarkirina herêman diyalog pêwîst e
Panela MSD: Ji bo çareserkirina aloziyê û rizgarkirina herêman diyalog pêwîst e
Panela MSD: Ji bo çareserkirina aloziyê û rizgarkirina herêman diyalog pêwîst e
Panela MSD: Ji bo çareserkirina aloziyê û rizgarkirina herêman diyalog pêwîst e
Panela MSD: Ji bo çareserkirina aloziyê û rizgarkirina herêman diyalog pêwîst e
13 cotmeh, 2020   15:06
QAMIŞLO

Panela 8’an a MSD’ê vê sibehê li Hola Zana ya Qamişlo dest pê kir. Ev panel ji bo mîsogeriya mafên tevahî pêkhateyên Sûriyê, geşkirina beşdariyê di saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşdeçûn, xurtkirina rêveberiyên xweser û sivîl e tên lidarxistin. Panel bi beşdarbûna 130 kesayetên ji nûnerên, eşîr, partî, hêzên siyasî, ENKS’ê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê, rewşebîr, hiqûqnas û kesayetên serbixwe didome.

Di panelê de mijara yekemîn li ser diyaloga sûrî-sûrî û diyaloga bi opozîsyon, hikumeta Şamê û diyaloga kurdî-kurdî û bandora wan li çareseriya siyasî bû.

Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed diyar kir ku ji dêvla hikumeta Şamê aloziyê çareser bike, ewlehî û aramiya herêmê bin pê dike, fîtneya di navbera Kurd û Ereb de derdixîne ûhewldanên çareseriyê têk dibe. Îlham Ehmed got, hevpeyvînên wan bi hikumeta Şamê re tu encam neanîn. Îlham Ehmed li ser diyaloga kurdî-kurdî wiha got: "Girîngiya diyalogê di yekitiya Sûriyê de pêkan e. Tevahî idîayên ku dibêjin dê herêm mîna ya li herêma Kurdistanê qut bibe, derew in."

 ‘SÛRIYE YA SÛRIYAN E’

Dîwan ji Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed, endamên Meclisa Serokatî ya MSD’ê Canda Mihemed û Elî Rehmûn û hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm pêk tê. Endamên dîwanê bersiva beşdaran da.

Der barê nêrîna MSD’ê ji pêşerojê re, hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm got, Sûriyê ya sûriyan e û tevahî pêkhate tê de dijîn û wiha pê de çû: "Ji vî warî de her kesê bi modela beşdariyê bawer nake, ne ji parçeykî Sûriyê ye û xizmeta berjewnediya Sûriyê û gelê wê nake."

Bersûm diyar kir ku MSD’ê her tim dûrî diyalogên di navbera opozîsyon û hikumeta Şamê ya li ser çaresernûna Sûriyê de ye û wiha domand: "Lê belê MSD’ê xebata çarekirina aloziyê didomîne, pişta xwe dide diyaloga sûrî-sûrî bi opozîsyon derve û hundir."

Der barê pêşniyara girîngiya vekirina MSD’ê ya diyaloga bi tevahî hêzên opozîsyonê re, endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD’ê Elî Rehmûn wiha da zanîn: "Parçebûnek di nava tevahî aliyên binakok li Sûriyê de heye, gelê Sûriyê dibe qurbanê van nakokiyan. Em dibînin ku pêwîst e diyaloga sûrî-sûrî ji bo çarekirina aloziya Sûriyê bê lidarxistin."

 ‘DI DIYALOGA BI HIKUMETA ŞAMÊ Û OPOZÎSYON RE BI ISRAR IN’

Girêdayî mijarê Îlham Ehmed wiha got: "Hinan ji we got nabe diyaloga bi oposîzyona girêdayî Tirkiyê re pêk bê. Em jî dibêjin heke bixwazin aloziyê çareser bikin, herêmên dagirkirî rizgar bikin û koçberan vegerînin warên wan, divê diyalogê pêk bînin. Heta bi kesên ku bûne sedema sereke ya derbasbûna dewleta Tirk ji Sûriyê û dagirkirina gelek herêman jî. Bêyî wê tu çare ji bilî şerên leşkerî yên nû tune ne."

Îlham Ehmed eşkere kir ku hikumeta Şamê ya ku idîa dike ku ew piştevanî yekemîn a Sûriyê û sûriyan berpirsê parçebûnên li Sûriyê ye, ji lew re divê diyalogê bi sûriyan re pêk bîne da ku bigihîne çareya aştiyane.

Der heqê pirsa; gelo çareya vegera koçberan ji warên wan re çawa ye? Îlham Ehmed wiha bersiv da: "Çare ew e ku dewleta Tirk ji welat me bi diyaloga aştî û siyasî derkeve. Wê demê rewşa Sûriyê baş be. Her wiha gelek hewldana di navbera me û aliyên opozîsyonê li Sûriyê de ji bo vê yekê hene."

Têkildarî diyaloga kurdî-kurdî Îlham Ehmed wiha domand: "Tu nakokiya mezin di navbera nêrînên siyasî de tune ne. lê belê pirsgirêk di pêkanînê de ye. Li ser Lêvegera Kurdî ya Bilind hat lihevkirin. Da ku xebata yekitiya nîştimanî bi pêş keve."

Îlham Ehmed piştrast kir ku QSD’ê nebû aliyekî diyaloga kurdî-kurdî, lê belê piştevaniya wê di rakirina astengiyên heyî de kir. Îlham Ehmed berdewam kir ku dewleta Tirk xizmeta NATO’yê nekir, li Rojhilata Navîn xerabî anî, ji sûriyan tê xwestin ku lihevkirineke siyasî

Îlham Ehmed behsa daxuyaniyên Lavrov ên dawîn ên der barê projeya Amerîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir ku ew ê bibe mayîn û di kurdan de biteqe û wiha bi lêv kir: "Ev gefeke din e ku dewleta Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike."

Panel bi nîqaşên li ser mijara duyemîn a têkiliyên dîrok di navbera gelên herêmê de, rola wê di avakirina Rêveberiya Xweser, mekanîzmaya pêşdeçûna beşdariyê û xebata saziyan de, berdewam e.

(fr)

ANHA