Hevrîn Xelef û dayika Eqîde li Beyrûtê hatin bibîranîn

Kurdistaniyên li paytexta Lubnan Beyrûtê, bi civînekê de şehîd Hevrîn Xelef û dayika Eqîde bi bîr anîn.

Hevrîn Xelef û dayika Eqîde li Beyrûtê hatin bibîranîn
13 cotmeh, 2020   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaxê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yê Lubnanê bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta sekreteriya giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn û dayika Eqîde civîneke li dar xist. Bi dehan kurdistaniyên li Lubnanê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeya rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama koordînasyona PYD'ê Şervîn Cûdî şehîd Hevrîn Xelef, dayika Eqîde û hemû şehîdên azadiyê bibîr anîn.

Şervîn Cûdî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şerê taybet ên ku li dijî şêniyên herêmê dimeşîne û bang li gelê Kurd kir ku li hemberî van polîtîkayan asta têkoşînê bilind bikin.

ANHA