Rêveberiya Kampa Girê Spî derfetên kar ji koçberan re peyda dike

Buroya Kar a Kampa Koçberên Girê Spî derfetên kar ji 293 koçberên di kampê de peyda kir.

Rêveberiya Kampa Girê Spî derfetên kar ji koçberan re peyda dike
Rêveberiya Kampa Girê Spî derfetên kar ji koçberan re peyda dike
Rêveberiya Kampa Girê Spî derfetên kar ji koçberan re peyda dike
Rêveberiya Kampa Girê Spî derfetên kar ji koçberan re peyda dike
Rêveberiya Kampa Girê Spî derfetên kar ji koçberan re peyda dike
Rêveberiya Kampa Girê Spî derfetên kar ji koçberan re peyda dike
12 cotmeh, 2020   14:16
EYN ÎSA

Bi armanca alîkardayîna koçberên di kampa Girê Spî de, rêveberiya kampê de Sibata îsal de Buroya Kar vekir. Mîsyona buroyê bi rêxistinên li kampê re koordîne bike ji bo ku derfetên kar ji koçberan re peyda bike.

Buroyê şert li rêxistinên di kampê de kar dikin danî ku heke pêwîstiya wan bi karmend û karkeran hebin, derfetên kar ji koçberên kampê re be, yên bawernameyên amadehî, peymangeh û zanîngeh wergirtibin.

Derfetên ku buroyê peyda dike; paqijkirinê, avakirina kampê, pîşeyên wekî kehrebe, av avahîsazî.

Buroyê, malbatên xwedî mamoste û karmendên ku komîteyên Meclisa Kantona Girê Spî de yên ku mehane fon digirin, ji peydakirina kar îstîsna kir.

Girêdayî mijarê, endamê rêveber ê Buroya Xebitandinê Ebdulrezaq El-Omer diyar kir ku wan heta niha  derfetên kar ji 293 kesî re peyda kirine û destnîşan kir ku ew mehane derfetên kar ji 45 heta 50 kes rî peyda dikin.

El-Omer anî ziman ku ew hewl didin ku hemû kesên di kampê de derfetên kar werbigirin û sîstemeke nobetê bi kar tînin, ku nabe malbateke ku ferdekî wan kar dike, karekî din peyda bike, da ku malbatên din jî sûdê bigirin.

El-Omer, da zanîn ku derfetên kar kêm in, ji ber ku projeyên rêxistinên di kampê de kar dikin kêm e û têra hejmara mezin a koçberan nake.

Koçber li gorî peymanan 15 heta 3 mehan bi buroyê re kar dikin.

Hena Mihemed yek ji karkerên paqijkirinê ye ku bi rêya buroyê kar peyda kir, spasiya rêveberiya kampê kir ku derfeta kar jê re peyda kir.

Hena destnîşan kir ku peymana kar ji bo mehekê ye û xwest ku karekî dayîmî ji wan re were peydakirin ku karibin li gel rewşa aborî ya zehmet û koçberiyê de malbatên xwe xwedî bikin.

Kampa Girê Spî, 22'ê Mijdara sala sala borî ji aliyê Meclisa Kantona Girê Spî ve ji bo malbatên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kampê koçber bûne, hate vekirin. Di kampê de 3 hezar û 531 kes ji 720 malbatan hene.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8LMHEXORJNA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>