Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan li Tebqayê hatin bibîranîn

Bi dehan şêniyên herêma Tebqayê, bi merasîmeke girseyî Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan di salvegera yekemîn a şehadeta wan de bi bîr anîn.

Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan li Tebqayê hatin bibîranîn
Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan li Tebqayê hatin bibîranîn
Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan li Tebqayê hatin bibîranîn
Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan li Tebqayê hatin bibîranîn
Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan li Tebqayê hatin bibîranîn
Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan li Tebqayê hatin bibîranîn
12 cotmeh, 2020   13:55
TEBQA

Merasîma salvegera yekemîn a şehadesta Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan bi diruşma "Welat bi rihê şehîdan dê çawa ji yasmînê neheside " li Navenda Çand û Hunerê hat lidarxistin. Bi dehan endamên saziyên sivîl, leşker, kesyaetên siyasî û endamên fermandariya QSD’ê beşdarî merasîmê bûn..

Hol bi wêneyên şehîd Hevrîn Xelef û bi dehan mûmên li pêş wêneya wê pêketine, hat xemilandin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqayê Hind Elî wiha got: "Sûcên komên tundraw li dijî yasmîna Sûriyê e, li dijî bi hezaran jin û zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji kuşyin, penabertî, koçberkirinê israr û vîna me ya kûr têk nabe. Erdogan ew çete kirin pirek ku berjewendiyên xwe yên mêtînger û xewnên xwe yên dagirkirinê li herêmê û li pêş çavên civaka navneteweyî, pêk bîne."

Der barê operasyona deweta Tirk a bi navê "kaniya aştiyê" Hind Elî wiha domand: "Tenê ew kaniya terorê, kaniya wêrankirin û xwînê bû. Me hovîtiya Osmanî bi çavên xwe li Efrîn û Serêkaniyê dît.  Di wan herêman de gelek çete hatin komkirin û jiyana bi hezaran sivîlên ku Erdogan bi teror û xeteriya li ser dewleta xwe ya faşîst bi nav kiriye, hedef kirin."

Endamê rêber ê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya herêma Tebqayê Musena Abdulkremî soza şopandina rêça şehîd Hevrîn Xelef da û wiha pê de çû: "Di oxira parastina hêvî û xewna bi milyonan azadîxwazên li cîhanê de şehîd bû. Ji wan çeteyan re got; Ey Tirkiyê tu cîran î. Lê belê kê wê qetil kir, wê cîranê ew qetil kir. Bi wê re jî bû sembola azadî û meşeleya têkoşînê ya partiya me. Partiyê şehîdên ku fikra aştî û azadiyên ji tevahî cîhanê re hilgirtibûn, dan."

Di dawiyê de Koma Navenda Çandê şanoyeke kurt pêşkêş kir. Tê de peyam ji aştîxwazan re şand ku gelên li herêmê bi hev re dijîn û di oxira bidestxistina azadiya ku bi salan e ji dest daye de, qurbanî dan.

Piştî kurtefîlm li ser jiyana têkoşer Hevrîn Xelef a di  Partiya Pêşerojê ya Sûriyê de hate pêşandan.

Merasîma bîranînê bi stranên şoreşgerî yên Koma Botan a herêma Cizîrê bi dawî bû.

(fr)

ANHA