Koma 27 ́an a koҫberan ji kampa Holê derket

Rêveberya kampa Holê koma 27  ́an a koҫberên sûrî yên li kampê derxistin.

Koma 27  ́an a koҫberan ji kampa Holê derket
12 cotmeh, 2020   13:16
HESEKÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hevkariya rêveberiya kampa Holê xebatên vegera koçberên di kampê de yên ku dixwazin vegerin malên xwe didomîne. Nemaze ku di demên dawî de sûcên qetilkirinê li kampê zêde bûn.

Biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya derxistina koçberên ku dixwazin derkevin bi kefaleta rûspiyên eşîrên herêmê pêk tê.

Îro sibehaˏ koma 27  ́an a koçberan ji kampê derketin. Kom ji 73 malbat (289 kesan) ên ji herêma Dêrazorê pêk dihat ku têkiliyên wan bi ҫeteyên DAIŞ  ́ê re nîne.

Biryara vegerandina koçberên Sûrê li bajarên wan piştî civîna eşîrî li bakur û rojhilatê Sûriye bi Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) re di 23ê Adara 2019  ́an de hat girtin.

Di dema dawî de li kampê bûyerên kuştinê zêde dibin, ya herî dawî jî di dehê vê mehê de bû dema ku penaberek Iraqî hate kuştin.  Li gorî hêzên ewlekariya kampê ev sûc li ser destê jinên ҫeteyên DAIŞ  ́ê pêk tên.

ANHA