Li Minbicê bi dirûşma"Em dagirkeriyê têk bibin û ji bo aştiyê tê bikoşin" meşek li dar ket

Bi dirûşma "Em dagirkeriyê têk bibin û ji bo aştiyê tê bikoşin" bi sedan jinên Minbicê daketin qadan û salvegera yekemîn a Şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anîn û baxçeyê Hevrîn Xelef vekirin.

Li Minbicê bi dirûşma"Em dagirkeriyê têk bibin û ji bo aştiyê tê bikoşin" meşek li dar ket
Li Minbicê bi dirûşma"Em dagirkeriyê têk bibin û ji bo aştiyê tê bikoşin" meşek li dar ket
Li Minbicê bi dirûşma"Em dagirkeriyê têk bibin û ji bo aştiyê tê bikoşin" meşek li dar ket
Li Minbicê bi dirûşma"Em dagirkeriyê têk bibin û ji bo aştiyê tê bikoşin" meşek li dar ket
Li Minbicê bi dirûşma"Em dagirkeriyê têk bibin û ji bo aştiyê tê bikoşin" meşek li dar ket
Li Minbicê bi dirûşma"Em dagirkeriyê têk bibin û ji bo aştiyê tê bikoşin" meşek li dar ket
Li Minbicê bi dirûşma"Em dagirkeriyê têk bibin û ji bo aştiyê tê bikoşin" meşek li dar ket
Li Minbicê bi dirûşma"Em dagirkeriyê têk bibin û ji bo aştiyê tê bikoşin" meşek li dar ket
12 cotmeh, 2020   12:44
MINBIC

Endamên saziyan, komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê û şêniyên bajêr li pêşiya stasyona Hemdûnî ya rojhilatê bajêr kom bûn û ber bi Çerxerêya Cizîrê ve çûn.

Xwepêşandêran alên Meclisa Jinan, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, wêneyên Şehîd Hevrîn Xelef û pankartên bi nivîsên "Xwîna şehîdan meşeleya azadiyê ye" û "Dagirkeriyê têk bibin û parastina şoreşê bikin" rakirin.

Li pêşiya Çerxerêya Cizîrê piştî deqeyeke rêzgirtinê, paşê li ser navê Partiya Pêşeroja Sûriyê şaxê Minbicê seroka partiyê yê şaxê Minbicê Ezab Ebûd axivî û got armanca êrişan wêrankirin û talankirina gelan e, salek di ser re derbas bû, lê hêj jî li ber xwe didin û ji bo têkbirina dagirkeriyê û parastina şoreşa xwe tê dikoşin, şoreşa me şoreşa biratiya gelan û jiyana hevbeş e.

Li aliyekî din jî berdevka fermî ya Meclisa Jinên Minbicê û Gundewarên Wê Ibtîsam Abdulqadir axivî û da zanîn ku bi îradeyeke xurt Hevrîn û tevahiya jinên Sûriyê û cîhanê yên têkoşer bi bîr tînin, Hevrîn Xelef jiyana xwe ji bo azadiyê û azadiya jinan da ku dengê wan bigihêje cîhanê, feda kir.

Ibtîsam Abdulqadir diyar kir ku operasyonên dewleta Tirk pêk tîne, hebûna jinan dike armanc û ji bo jinan sûcekî hovane ye.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama meclisa Werda Ehmed axivî û destnîşan kir ku ew ji bo şermezarkirina sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê li bajarên Serêkaniyê û Girê Spî pêk tînin, li vir kom dibin. Artêşa Tirk bi sedan şêniyên van herêmên navborî koçber kirin.

Her wiha bi navê şehîd Hevrîn Xelef li Çerxerêya Cizîrê ya rojhilatê bajar ‘Baxçeyê Hevrîn’ hate vekirin û diya şehîd Elî Şêr; Edla Ibrahîm deriyê baxçe vekir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/B3lMgoYzvQU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>