Ҫalakiyên hunerî û çandî cihêrengiya çandî ya herêma Cezîrê vedibêjin

Li bajarên herêma Cizîrê bi armanca xurtkirina warê çandî ya herêmê û balkişandina ser cihêrengiya çandî, rêzeçalakiyên çandî û hunerî têne lidarxistin.

Ҫalakiyên hunerî û çandî cihêrengiya çandî ya herêma Cezîrê vedibêjin
Ҫalakiyên hunerî û çandî cihêrengiya çandî ya herêma Cezîrê vedibêjin
Ҫalakiyên hunerî û çandî cihêrengiya çandî ya herêma Cezîrê vedibêjin
Ҫalakiyên hunerî û çandî cihêrengiya çandî ya herêma Cezîrê vedibêjin
Ҫalakiyên hunerî û çandî cihêrengiya çandî ya herêma Cezîrê vedibêjin
Ҫalakiyên hunerî û çandî cihêrengiya çandî ya herêma Cezîrê vedibêjin
Ҫalakiyên hunerî û çandî cihêrengiya çandî ya herêma Cezîrê vedibêjin
12 cotmeh, 2020   12:52
NAVENDA NÛҪEYAN

Îro, li navçeya Til Berek pêşangeheke çandî û cilên erebî hate vekirin. Di heman çarçoveyê de li bajarê Qamişloyê pêşangeha wênesaziyê hate vekirin.

TIL BIRAK

Bi amadebûna bi dehan şêniyên navçeya Til Birakê bi cilên xwe yên erebî yên resen, endamên saziyên navçeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) pêşangehek alavên çandî û cil û bergên erebî yê navçeyê bi sponseriya Navenda Çandê vekirin.

Di pêşangehê de tabloyên hunerî û wêneyên ku endamên navendê xêz kirine, hatin pêşandan. Her wiha hinek destkarî hatin pêşandan.

Di pêşangehê de tîmên hunerî yên navçeyê berhemên xwe yên gelêrî pêşkêş kirin.

QAMIŞLO

Di heman çarçoveyê de û bi dirûşma "Afirîneriya mamosteyan bê sînor e" Yekitiya Mamosteyan a Kantona Qamişloyê pêşangeheke wênesaziyê li Navenda Mihemed Şêxo ya Ҫand û Hunerê vekir.

Di pêşangehê de 50 tabloyên ku ji hêla 40 mamosteyên bajar û gundewarên herêma Qamişloyê ve hatine xêzkirin hatin pêşendan. Mamosteyan bi rêya tabloyên xwe rewşa herêmê û çanda herêma Cizîrê, tevî azarên koçberên ku bi darê zorê ji warên xwe koçber bûne, wêraniya ku ji ber êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê çêbûye, vegotin.

Endamê Yekitiya Mamosteyan a Kantona Qamişloyê, Rûken Bedir got wan ji demekê ve dest bi amadekariyên vekirina pêşangehê dikin. Lê ji ber belabûna vîrusa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekirina pêşangehê dereng ma û wiha domand: “Hemû tabloyên ku hatine pêşendan ji hêla mamosteyan ve hatine amadekirin. Li ser asta herêma Cizîr ev cara yekemîn e ku pêşangehek wiha li dar dikeve.”

Tê payîn ku çalakiyên pêşangehê heya roja sêşemê bidomin.

ANHA