Meclisa Malbatên Şehîdan a Firatê Hevrîn Xelef bi bîr anî

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê têkoşer Hevrîn Xelef di salvegera yekemîn a şehadeta wê de bi daxuyaniyê bibîr anî û sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Firatê Hevrîn Xelef bi bîr anî
12 cotmeh, 2020   11:43
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê bi daxuyaniyekê sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef di salvegera yekemîn a şehadeta wê de bi bîr anî.

Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Ronahî Hecî daxuyanî bi tevlêbûna bi dehan endamên meclisê li pêşiya navendê meclisê li bajarê Kobanê xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Di yekemîn salvegera şehadeta rêvebera Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef de, em bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hember hemû şehîdên şoreşê ditewînin. Wekî ku her kes dizane dewleta Tirk berî salekê ji niha êrişî herêmên Rêveberiya Xweser kir. Di encamê da Girê Sipî û Serêkaniyê li gel bêdengiya civaka navneteweyî dagir kirin.

Di êrişên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve de, şêniyên herêmê koşber bûn û bi komkujiyan re rû bi rû man. Sûcên wê di wir de sînordar neman lê belê mirovên me yên tekoşer wekî Hevrînan ên ku xizimeta koçberan dikirin, bi awayekî hovane û bêxlaq şehîd xistin.

Çanda qetilkirina jinan ew çandekî osmanî ye, li Şengalê jî û li hemû deverên ku tê da DAIŞ`ê hebû me dît çawa ku jin ji xwe re hedef digirtin. Artêşa dewleta Tirk jî xwediyê wê çandê ye. Li Bakurê Kurdistanê, li Efrîn, Girê Spî û Serekaniyê me dît çawa mîna DAIŞ`ê di sêrî de jin kir hedef. Ew tê wateya ku DAIŞ`ê şagirtên dewleta Tirk in.

Ji bo vê yekê em wekî Meclisa Malbatên Şehîdan bang li hemû jinên cîhanê dikin ku çawa li Kobanê xwedî li hêzênYPJ`ê derketin, careke din xwedî li Hevrînan û Zehrayan û Hebûnan derkevin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZcWuI6jdLbo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>