Bi dîmen…çeteyên Tirkiye bi cilên artêşa Azerbîcanê şer dikin

Li ser torên medyaya civakî dîmenekî ku tê de hin çeteyên girêdayî dewleta Tirk li ser sînorê Azerbîcanê-Îranê cilên leşkerî yên artêşa Azarî li xwe kirine, nîşaneya gurên poz a Tirkiyê rakirine, hate belavkirin.

Bi dîmen…çeteyên Tirkiye bi cilên artêşa Azerbîcanê şer dikin
12 cotmeh, 2020   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dîmen de hate diyarkirin ku hin çeteyên girêdayî dewleta Tirk cilên artêşa Azerbîcanê li xwe kirine û tabloyeke li ser sînorê bi Îranê re nîşan didin, li gel vê yekî ji çeteyan bi zimanê erebî digot"rizgarî" û nîşaneya gurên poz a Tirkiye ye bilind dikirin.

Duh bi şev jî dîmenekî din li ser torên medyaya civakî hatibû belavkirin û tê de çeteyekî sûrî li herêmeke Qerebaxê diyar dibe, cenazeyan nîşan dide û heqaretê li wan dike.

Tirkiye ji destpêka şerê li Qerebaxê bi sedan çeteyên Sûriyê şand, da ku alîkariyê artêşa Azerbîcanê bike, di heman demê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan(SOHR) beriya niha ragihandibû ku hejmara kuştiyên çeteyan li Qerebaxê gihaştiye 107 çeteyan.

Di saetên destpêkê yên agirbesta di navbera Armenistanê û Azerbîcanê ku di 10`ê Cotmehê bû, Tirkiye û Azerbîcanê hewl dan vê peymanê bi dawî bikin û wezîrê parastinê yê Tirkiye piştrast kir ku dê operasyon nesekinin.

(eh)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AvtPWgiduPc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>