Akademiya Şehîd Idrîs Mihemed dewreyeke perwerdeyê bi dawî kir

Akademiya Şehîd Idrîs Mihemed a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqa bi maresîmekê dewreya 45'an a perwerdeyê ya bi navê Şehîd Mihemed Ibrahîm bi dawî kir.

Akademiya Şehîd Idrîs Mihemed dewreyeke perwerdeyê bi dawî kir
Akademiya Şehîd Idrîs Mihemed dewreyeke perwerdeyê bi dawî kir
Akademiya Şehîd Idrîs Mihemed dewreyeke perwerdeyê bi dawî kir
Akademiya Şehîd Idrîs Mihemed dewreyeke perwerdeyê bi dawî kir
12 cotmeh, 2020   11:28
REQA

Perwerde 20 rojan dewam kir û 111 endam ji pêkhateyên cuda ji herêmên Reqayê tev lê bûn.

Fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Komîteya Hundirîn a Reqayê, rêveberiya Akademiya Şehîd Idrîs Mihemed a Reqayê û rêveberiya Akademiya Şehîd Elî El-Milhim a gundewarên rojhilata Tebqayê beşdarî merasîma derçûnê bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamên ku perwerdeya xwe xelas kir, toraneke leşkerî li dar xist.

Piştre, yek ji rêveberên Komîteya Hundirîn a Reqayê Hesen Tohmê û rêveberiya Akademiya Şehîd Idrîs, Mihemed Xelef El-Derwîş li ser rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn di pêkanîna ewlehî û aramiya herêmê de axivîn.

Piştî axaftinan, endamên derçûyî li pêşiya beşdaran sond xwar û soz da ku rêya şehîdan bişopînin da ku parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VtXGij0YoeM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>