Yekitiya Ewropayê ji ber binpêkirina agirbestê li Qerebaxê bi fikar e

Yekitiya Ewropayê der barê binpêkirina agirbesta li Qerebaxê de metirsiya xwe rave kir.

Yekitiya Ewropayê ji ber binpêkirina agirbestê li Qerebaxê bi fikar e
12 cotmeh, 2020   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê polîtîkayên ewlehiyê yê Yekitiya Ewropayê Josep Borrell di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew ji ber raporên berdewamkirina tevgerên leşkerî, bi taybet li dijî sivîlan û çêbûna windahiyan bi fikar in.

Azerbêcan û Ermenistanê di 10'ê Cotmêhê de bi navbeynkariya Rûsyayê agirbest ragihand. Lê dewleta Tirk û Azerbêcanê di seatên pêşîn ên agirbestê de hewl da ku agirbestê binpê bikin û wezîrê parastinê yê dewleta Tirk got operasyon nasekinin.