Ji bo salvegera şehîd Hevrîn …Li Reqayê baxçeyê Hevrîn Xelef hate vekirin

Partiya Pêşeroja Sûriyê şaxê Reqayê îro bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta Hevrîn Xelef bexçeyek vekir.

Ji bo salvegera şehîd Hevrîn …Li Reqayê baxçeyê Hevrîn Xelef hate vekirin
Ji bo salvegera şehîd Hevrîn …Li Reqayê baxçeyê Hevrîn Xelef hate vekirin
Ji bo salvegera şehîd Hevrîn …Li Reqayê baxçeyê Hevrîn Xelef hate vekirin
Ji bo salvegera şehîd Hevrîn …Li Reqayê baxçeyê Hevrîn Xelef hate vekirin
Ji bo salvegera şehîd Hevrîn …Li Reqayê baxçeyê Hevrîn Xelef hate vekirin
12 cotmeh, 2020   11:16
REQA

Bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyê Hevrîn Xelef û ajokarê wê Ferhad Remezan, partiyê îro bi dirûşmeya"Têkbirina dagirkeriyê û ji bo aştiyê têkoşîn" bi merasîmekê baxçeyek vekir.

Hevserokên Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa, Mihemed Nûr El-Zîb, nûnerên Partiya Pêşeroja Sûriyê, Nivîsgeha Erka Xweparastin, Yekîneyên Parastina Jin, Rûspiyên Eşîran û şêxên eşîrên Reqayê, komîte, desteyên meclisên herêmê û sivîl beşdarî vekirina baxçe bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê cîgira Seroka Partiya Pêşeroja Sûriyê şaxê Reqayê Zuleyxa Abdî şehîdên Bakurê Sûriyê bi bîr anî û ev yek got:"Şehîdên Bakurê Sûriyê di rêya parastina vê xakê de canê xwe feda kirin, ji wan şehîd Hevrîn Xelef ku li hemberî şehadeta wê civaka navneteweyî bê deng ma."

Zuleyxa Abdî di dawiya gotina xwe de bi lêv kir ku sûcên Tirkiye pêk tîne dermirovî ne, li dijî jina azad û li dijî gelê demokratîxwaz e.

Paşê dayîka şehîd Mihemed baxçe vekir.

(eh)

ANHA