Luksemburg: Dewleta Tirk li Qerebaxê şaşî kir

Wezîrê karên derve yê Luksemburgê diyar kir ku dewleta Tirk ji ber ku heta niha banga agirbestê li herêma Qerebaxê nekiriya, şaşî kiriye.

Luksemburg: Dewleta Tirk li Qerebaxê şaşî kir
12 cotmeh, 2020   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, wezîrê karên derve yê Luksemburgê Jan Asselborn beriya civîna wî bi hempîşeyên wî yê Yekitiya Ewropayê re, da zanîn ku divê dewleta Tirk ji bo pêkanîna agirbestê li Qerebaxê zextê bike.

Her wiha Asselborn destnîşan kir ku dewleta Tirk heta niha banga agirbestê nekiriye û li gorî baweriya wan dewleta Tirk bi vê yekê şaşiyê dike.