Li Efganistanê di teqînekê de 10 leşker û sivîl hatin kuştin

Di encama teqîna bombeyekê de ku li kêleka rê li herêma Sarepol li bakurê Efganistanê hatibû çandin, 16 sivîl û leşkerek birîndar bûn û hatin kuştin.

Li Efganistanê di teqînekê de 10 leşker û sivîl hatin kuştin
12 cotmeh, 2020   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ewlehiyê yê efganî ragihand ku ji ber teqîna bombeyekê ku li kêleka rê li herêma Sarepol li bakurê Efganistanê hatibû çandin, herî kêm 10 leşkerên artêşa Afganistanê û 3 sivîl hatin kuştin.

Tora “Tolo” ya Efganistanê destnîşan kir ku 3 kes di teqînê de birîndar bûne.

Der barê bûyerê de hê jî ji rayedarên ewlehiyê yên li herêmê tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn û heya niha tu koman berpirsiyariya teqînê negirtiye ser xwe.

Wezareta Parastinê ya Efganistanê diyar kir ku mayinek li ser rêya giştî li herêmê Baghlan hate dîtin û ew hate teqandin, ji ber ku nekarîn rakin.