Li Efganistanê teqîn: 8 mirî, 19 birîndar

Li Efganistanê di encama teqîna 2 bombeyan de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest da û  19 kes jî birîndar bûn.

Li Efganistanê teqîn: 8 mirî, 19 birîndar
10 cotmeh, 2020   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê wîlayeta Hilmend Omer  Ziwak ragihand ku li ser rêya di navbera Qendehar û Hiratê de li nêzî bajarê Girşik bombeyeke bi otobuseke mezin ve teqiya û di encamê de herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Tenduristiya Wîlayeta Hirat Refîq Şîrze jî ragihand ku li ser rêya Hirab û Qendeharê li nêzî bajarê Şîndîd bombeyeke bi otobuseke geştyariyê ve qetiya. Di encamê 2 kes mirin û 10 kes birîndar bûn.