Li kampa Holê penaberekî iraqî hate kuştin

Bûyerên kuştinê yên bi destê jinên DAIŞ’î yên li kampa Holê zêde dibe. Penaberekî din ê iraqî li kampa Holê bi guleyekê hat kuştin.

Li kampa Holê penaberekî iraqî hate kuştin
10 cotmeh, 2020   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Penaberekî iraqî li beşa duyemîn a kampa Holê, bi guleyekê hat kuştin. Penaberê hatiye kuştin navê wî Basim Hedî Muhsên e û vê sibehê hatiye kuştin.

Li gorî rayedarên kampê, berpirsên bûyerên kuştinê yên li dijî penaberên ji Iraqê û kesên ku fikra DAIŞ'ê qebûl nakin, jinên DAIŞ'ê ne.

Her wiha şeva din penaberê iraqî Salih Ebû El-Xetab ê 27 salî bi çekeke bêdeng hatibû kuştin.

ANHA