Meclisa Şangalê: Biryarên derveyî nêrîn û îradeya gelê êzidî dê bê encam bimînin

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarî peyaman di navbera hikumetên Bexda û Hewlêrê de daxuyaniyeke nivîskî da û destnîşan kir ku “Biryar û li hevhatinên derveyî nêrîna me wekî êzidî, li derveyî  îradeya vê civaka berxwedêr bikevin û bê encam bimînin û pratîk nebin. Bi kurtasî tu guhertin û guftûgoyên em tê de nebin, em ê qebûl nekin.”

Meclisa Şangalê: Biryarên derveyî nêrîn û îradeya gelê êzidî dê bê encam bimînin
10 cotmeh, 2020   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha da zanîn:

“Wekî tê zanîn bi hedefa tunekirin û nehêlana civaka êzidî di bin sîwan û desthilatên cuda de siyaseta qirkirin û tunekirinê li vê civakê pêk hatiye, herî dawî 3’yê Tebaxe 2014’an bi armanca pêkanîna jenosîdê pştî radestkirina Şengalê ji aliyê PDK’ê ve û xwedîderneketina hikumeta Iraqê DAIŞ’ê komkujî li ser gelê  me pêk anî lê dijmin hedefa danîbû pêşiya xwe, nikarîbû pêk bînaniya. Ev rewş berovajî çêbê civaka êzidî xwe kir hêz û îrade û berxwedan kir, bedelêm mezin dan û pêşiya dijminan girt. Berî sala 2014’an îrade û siyaseta partiyên siyasî li ser êzidiyan dihat ferzkirin lê ev derbas bû, ne civak civaka berê ye û ne dem dema berê ye.

‘SIYASETA FERZKIRINÊ DÊ ENCAMÊ NEGIRE’

Wek Rêveberiya Xweser a Şengalê em rewşa giştî dişopînin, di nav de pêşketinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser deverên binakok ên xala 140’an nîqaş tên kirin. Herî dawî îtifaqa 9’ê Cotmehê çêbû  û li ser Şengalê hinek lihevkirin hatin kirin, bêyî nerîna êzidiyan û pêkhate û gelê Şengalê. Civîna xwe her du aliyan wek encamdayî bi nav kirin û ragihandin. Lê nîqaş çi dibe, li ku dibe çareserî ji bo Şengalê biryar û proje bêyî ku nêrîna êzidiyan werin esasgirtin, wê siyaseta ferzkirinê encamê negire. Ji bo wê em jî vê rewşa heyî dibînin û ji nêz de dişopînin û nîqaş dikin. Em dixwazin bigihêjin qenaetekê ka berjewendiyên civaka me li ku derê ne û nakokiyên kê li ser van deveran  hene. Em ji bo berjewendiyên civaka me werin parastin û garantî û statuya Şengalê mayînde bibin, dixwazin bigihêjin nêrîneke hevbeş ku tê de îrade û hebûna civaka me bi azadane were îfadekirin.

‘6 SAL E EM ŞENGALÊ BÊ PIRSGIRÊK BI RÊ VE DIBIN’

Ev 6 sal e Şengal ji aliyê me ve tê birêvebirin û tu pirsgirêk derneket. Me xizmeta gelê xwe kir, em ê dewam jî bikin.

Yan jî wê biryar û li hevhatinên derveyî nêrîna me wekî êzidî, li derveyî  îrade vê civaka berxwedêr bikevin û bê encam bimînin û pratîk nebin. Bi kurtasî tu guhertin û guftûgoyên em tê de nebin, em ê qebûl nekin. Ji ber em jî wan ser wan xalan nîqaş pêş dixin û ew nîqaş me ser berjewendiyên vî gelî ye.

Ji bo ev nîqaş  bigihêje encama xwe, pêwîst e em wek terefekî esas werin girtin û naskirin, xêncî wê tu nîqaş û dan û standin nayên qebûlkirin. Wê ev bi me re were çareserkirin. Herî talî em bi nîqaşan re ne, em bi aştiyê re ne, em bi çareseriyê re ne lê ev çareserî li gorî rastiya Şengalê û pêkhateyên wê bin.

Em bang li hemû pêkhateyên Şengalê dikin ku li hemberî biryarên li ser wan tê dayîn, bê deng nebin û bê helwest nemînin.”