Azerbêcanê piştî ragihandina agirbestê herêma Qerebaxê bombebaran kir

Berdevka Wezareta Parastinê ya Ermenistanê Şuşan Stepanyan ragihand ku artêşa Azerbêcanê deverên li herêma Qerebaxê bombebaran kirine. Ev yek piştî ku her du welatan bi navbeynkariya Rûsyayê li ser agirbestê li hev kiribû, pêk hat.

Azerbêcanê piştî ragihandina agirbestê herêma Qerebaxê bombebaran kir
10 cotmeh, 2020   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Wezareta Parastinê ya Ermenistanê Şuşan Stepanyan got artêşa Azerbêcanê gundê Artivanîk ê parêzgeha Siyonîk a Komara Ermenistanê bi balafireke bêpîlot bombebaran kiriye.

Berdevka wezaretê piştrast kir ku Azerbêcanê bi balafireke bêpîlot gundê Yerîtsivank û herêma Artisvank ên herêma Kaban a kantona Siyonîk a Ermenistanê hedef girtiye û got: “Qurbanî tune ne.”

Çend saetên berê, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihandibû ku Azerbêcan û Ermenistanê piştî dan û standinên li Moskovê ji îro nîvro ve li ser agirbestê li herêma Qerebaxê ku şer lê rû dide, li hev kir.

Wezaretê piştî dan û standinan daxuyanî dabû û gotibû: “Bi navbeynkariya serokên beşdarî Koma Minsk a girêdayî Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê bûne, dê Ermenistan û Azerbêcan bi armanca gihîştina çareseriyeke siyasî ji şerê Qerebaxê re,  dest bi dan û standinên cidî bikin."

(cx)