Aldar Xelîl: Em ji bo şêniyên herêmên Sûriyê yên ku şewat lê derketiye, silametiyê dixwazin

Ji şeva din ve li beravên Sûriyê şewateke mezin derketiye. Hikumeta Şamê heta niha nekarî şewatê kontrol bike. Aldar Xelîl piştgiriya xwe ji sivîlên li herêma şewatê re nîşan da û got “Em ji şêniyên herêmên beravên Sûriyê re ku şewat lê derketiye, silametiyê dixwazin."

Aldar Xelîl: Em ji bo şêniyên herêmên Sûriyê yên ku şewat lê derketiye, silametiyê dixwazin
10 cotmeh, 2020   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê çandiniyê yê hikumeta Şamê endazyar Mihemed Hesan Qatna piştast kir ku tîmên agirkujiyê bi şev û roj ji bo vemirandina şewata ku li 3 parêzgehan derketiye, kar dikin.

Qatna got: “Ji sedî 72 ji sedemên derketina şewatê, mêrgên cotkaran in ku ew gihayan dişewitînin, ba li agir dixe û agir belavî nava zevî û daran dibe û şewateke ku zirarê dide mirov, xweza û welat, derdikeve.”

Ajansa SANA’yê li ser zimanê rayedarê li Lazîqiyê Îbrahîm Xidir El-Salim ragihand ku heta niha şewatê nêzî 600 hektar erdên Lazîqiyê dane ber xwe û gelek daristan şewitandine.

Wezareta Ewqafê a hikumeta Şamê jî bang li hemû mizgeftên Sûriyê kir ku piştî nimêja nîvro ya îro, nimêja "îstisqayê" bikin da ku ji Xwedê barîna baranê bixwazin.

Têkildarî mijarê, endamê Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl piştgiriya xwe ji bo şêniyên berava Sûriyê nîşan da û li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha nivîsî: “Em ji şêniyên herêmên beravên Sûriyê ku şewat lê derketiye re, silametiyê dixwazin. Em hêvî dikin ku di demeke nêz de koçberên ji ber vê karesatê warê xwe terikandine, vegerin gund û bajarên xwe û hêvî dikin ku ev şewat azarên gelê Sûriyê zêdetir neke.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Îlona borî li Lazîqiyê, Humis, Tartûs û gundewarên wan şewat derketibûn û zêdetirî 130 hektar erd şewitîbû.

(cx)

ANHA