Dewleta Tirk hevdîtina bi telefonê li rêber Ocalan qedexe kir

Piştî qedexekirina çûyîna parêzeran a 6 mehan, dadgeha dewleta Tirk vê carê jî hevdîtina bi telefonê li rêber Abdullah Ocalan ji bo 6 mehan qedexe kir.

Dewleta Tirk hevdîtina bi telefonê li rêber Ocalan qedexe kir
10 cotmeh, 2020   07:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan 21 sal e li Girtîgeha Tîpa F a Girava Îmraliyê tê ragirtin. Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî li cem wî tên ragirtin.

Li gorî agahiyan hevdîtina wan a bi telefonê jî hatiye qedexekirin. Hat zanîn ku biryara sînordakirina hevdîtina telefonê ji aliyê Serokatiya Desteya Çavdêrî û Îdareya Miduriyeta Saziya Cezayê Înfazê ya Girtîgeha Îmraliyê ve hatiye dayîn. Biryar ji 7’ê vê mehê ve ketiye meriyetê.

Ocalan piştî 15’ê Sibata 1999’an ku birin Îmraliyê, cara yekem anku piştî 21 salan di 27’ê Nîsanê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re hevdîtina telefonê pêk anîbû. Her sê girtiyên li cem Ocalan jî ji sala 2015’an ve cara yekem di 27’ê Nîsanê de hevdîtina bi telefonê kiribû.