Hiqûqnas: Operasyona qirkirina siyasî ya li Bakur derveyî qanûna navneteweyî ye

Hiqûqnas Azad Ebdî piştrast kir ku hemleya qirkirin siyasî ya ku dewleta Tirk li dijî Kurdan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dide meşandin li dijî qanûna navneteweyî ye. Ebdî bang li hiqûqnas, siyasetmedar û gelê Rojava kir ku piştgiriya girtiyên vê hemleyê bikin.

Hiqûqnas: Operasyona qirkirina siyasî ya li Bakur derveyî qanûna navneteweyî ye
10 cotmeh, 2020   01:19
KOBANÊ-NÎHAD KARO

Roj bo roj dewleta Tirk a dagirker dijminahiya xwe ji Kurdan re li her derê, bi taybetî li bakurê Kurdistanê eşkere dike. Dewleta Tirk hemleyeke nû li dijî siyasetmedar û çalakvanên Kurd bi tawana piştgiriya bajarê Kobanê dema beriya 6 salan rastî êrişên DAIŞ` hatiye, daye destpêkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirk di vê hemleyê de ser navenda Ajansa Mazopotamyayê de girt û 4 rojnamevan destgîr kirin.

Têkildarî vê yekê hiqûqnas Azad Ebdî got: “Pêkanînên dewleta Tirk ên hovane li dijî Kurdan li Tirkiyê tenê ji ber ku piştgiriya bajarê Kobanê kirine, dema rastî êrişên DAIŞ`ê sala 2014`an hatiye, li dijî qanûna navneteweyî û hevpeymana Neteweyên Yekbûyî (NY) ya madeya 9`an a mafên mirovan e. “Azad Ebdî wiha domand: “Wê demê tevahî cîhanê piştgiriya Kobanê kir. Tu welat mîna dewleta Tirk a dagirker tevnagere û welatiyên xwe naxe girtîgehan. Ji ber ku li gorî madeya 19`an a mafên mirovan, her kes xwedî azadiya nêrînê ye.”

Ebdî destnîşan kir ku divê ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker şoq nemînin ji ber ku Tirkiyê wê demê piştgiriya çeteyên DAIŞ`ê kir, belgeyên ku derketine têkiliyên Tirkiyê û DAIŞ`ê radixe pêş çavan. Ji lewra, Tirkiyê îro hewl dide tolê ji kesên ku piştgiriya berxwedana Kobanê kirine, hilîne.

Ebdî di dawiya axaftina xwe de bang li siyasetmedar, rewşenbîr û gelên Rojava kir ku bi daxuyanî û xwepêşandanan li pişt girtiyên hemleya qirkirina siyasî bisekinin. Ji ber ku ew jî di dema zehmet de li kêleka gelê herêmê sekinîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya çend rojan dozgerê giştî li paytexta Tirkiyê Enqerayê der heqê 82 kesan de, biryara binçavkirinê dabû, ji ber ku ew kes beşdarî xwepêşandanên di navbera 5 û 9`ê Cotmeha 2014`an dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî bajarê Kobanê dikir, bûbûn.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tWeFsycXAVc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>