Komploya 9'ê Cotmehê bi meşeke girseyî li Hesekê hate şermezarkirin

Li Hesekê jî bi hezaran kes ku herikîn qadan, dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Bakurê Sûriyê û komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Komploya 9'ê Cotmehê bi meşeke girseyî li Hesekê hate şermezarkirin
Komploya 9'ê Cotmehê bi meşeke girseyî li Hesekê hate şermezarkirin
Komploya 9'ê Cotmehê bi meşeke girseyî li Hesekê hate şermezarkirin
Komploya 9'ê Cotmehê bi meşeke girseyî li Hesekê hate şermezarkirin
Komploya 9'ê Cotmehê bi meşeke girseyî li Hesekê hate şermezarkirin
Komploya 9'ê Cotmehê bi meşeke girseyî li Hesekê hate şermezarkirin
9 cotmeh, 2020   18:18
HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê ji biçûkan heta mezinan, astengdar, xebatkarên teduristiyê, gaziyên şer, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî daketin qadan û dagirkeriya dewleta Tirk û komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Şêniyên wêneyên Rêber Ocalan û yên şehîdan, pankartên "Em berxwedana gelê me yê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî silav dikin" û "Bi berxwedan û têkoşîna xwe em ê yekitiya kurdî ava bikin û dagirkeriya Tirk têk bibin" vekiribûn ji pêşiya Parka "Rêber Apo" ya li taxa Kelasê dest bi meşê kir heta ber navenda Şaredariyê, meşiyan.

Şêniyan li ber avahiya Şaredariyê deqeyekê rêz girtin. Piştre li ser navê Rêveberiya Xweser serokê Buroya Karûbarên Koçber û Penaberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed axivî, komploya navnetewî û dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê şermezar kirin.

Ehmed cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û destnîşan kir ku berxwedana şervan û gelan a li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dîrokî bû, asta girêdana bi axê ve nîşan da.

Ehmed got, komploya navneteweyî di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Rêber Abdullah Ocalan rêberê gelê bindest ê ku banga rakirina zilmê li ser gelan kiriye dest pê kir û di heman dîrokî de bi êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dewam kir, ev yek berdewama komployê diyar dike.

Ehmed bang li NY'yê, Yekitiya Ewropa, Komkara Erebî û hemû tevgerên demokratîk kir ku dagirkeriya Tirk a li Sûriyê bi dawî bike û koçberan bi ewle li malên wan vegerînin.

Di dawiya mitîngê de dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriyê û banga rakirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

ANHA