DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê li pey çi planan digere?

Çolistana Sûriyê, ji çeteyên DAIŞ`ê re bûye stargeheke ewle. Piştî ku ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û artêşa Iraqê ve hatin tunekirin. Lê gurbûna şer dem bi demê û hejmara kuştiyên hêzên hikumeta Şamê û Rûsyayê gelek pirsan didin pêş; gelo êdî Şam û hevalbendên wê yên Rûs û Îran nikarin wê tune bikin an jî tiştekî din li wê çolistanê tê nexşekirin?

DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê li pey çi planan digere?
10 cotmeh, 2020   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA HEBÎB

Êdî çolistana Sûriyê bûye qada şerên vekirî di navbera çeteyên DAIŞ û hêzên hikumeta Şamê de. Li gorî agahiyên heyî, hêzên hikumetê gelek endamên xwe di wan şeran de winda kirin. Li aliyekî din balafirên Rûsyayê mudexele kir da ku rê li pêşiya belavbûna çeteyan bigire.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di daneya xwe ya dawîn de ku di 7`ê Cotmehê de belav kirine, daxuyand ku ji destpêka Cotmehê ve, li çolistana Sûriyê li ber sînorên parêzgehên Reqa, Heleb û Hemayê 41 endamên hêzên hikumeta Şamê hatine kuştin û agahî ji zêdetirî 50 endaman hatiye birîn.

Ne tenê ev zirar li dijî hêzên hikumeta Şamê pêk hat, lê belê dijî Rûsyayê jî çêbû. Her wiha dezgehên çapemeniyê li ser windakirina hejmarek ji efser û leşkerên Rûsyayê axivîn. Li aliyekî din jî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di 8’ê Tebaxa borî de ragihand ku di encama teqîna li parêzgeha Dêrazorê ya rojhilatê Sûriyê de efserekî rûsî hatiye kuştin û 2 leşkerên wê jî birîndar bûn.

Di Nîsana 2019’an de çavkaniyan diyar kiribû ku çeteyên DAIŞ’ê eferekî rûsî û endamekî hêzên hikumeta Sûriyê li çolistana Sûriyê bi rêya kemînekê dîl girtin.

QSD’ê jî di 23’yê Adara 2019’an de ragihandibû ku çeteyên DAIŞ’ê, piştî rizgarkirina Baxozê, bi temamî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk birin.

Li gorî şopandina êrişên çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê, çeteyên DAIŞ’ê êrişî çolistana Şola (rojavayê Dêrazorê heta bi çolistana rojhilatê Bokemalê), rêya Dêrazor-Meyadîn, rêya Hemîme-Meheta Salise, ber bi bajarê Tedmurê ya bejahiya rojhilatê Humisê dikin, her wiha êrişî herêma Resafe ya bejahiya Reqayê, herêma Isreya ya bejahiya rojhilatê Hemayê û çolistana Siwêdayê jî dikin.

Hebûna bermahiyên ji çeteyên DAIŞ’ê li herêma çolistana Sûriyê gelek pirsan çêdike ku ev li çolistan çi nexşe dikin.

HEDEFGIRTINA RÛSÎ, ÇAPEMENÎ YE

Der barê mijarê de rojnameger û analîzvanê sûrî Malik Hafiz wiha got: "Gurbûna dawîn bi hemleya ku Rûsya di vê dawiyê de li dijî rêxistina terorîst li çolistanê dest pê kiriye ve girêdayî ye.  Ev herêm jî bêyî hemleya leşkerî ya asîmanî û bejahî bi hev re dijwar e."

Malik Hafiz wiha domand: "Berteka ku rêxistin pêk tîne di çarçoveya xuyakirina hêzê û bersivdana Rûsyayê bi rêya hedefgirtina hêzên rejîmê ye. Ji bilî wê jî bê navber rêxistina terorê Rûsyayê jî hedef digire, wek tê zanîn efserekî rûsî hatibû kuştin."

PEYMANÊN MEYDANÎ YÊN DI NAVBERA MOSKOVÊ Û WASHINGTONÊ DE

Der heqê ku hêzên hikumeta Sûriyê yên bi piştevaniya Rûsya û Îranê li hember tunekirina DAIŞ’ê de aciz in, Hafiz wiha da zanîn: "Rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst êdî li gel hêzên mezin ên destwerdan li Sûriyê kirine, metirsiyek e. Rûsya ji zêdetirî hemleya rastîn a tunekirina terorê, bi rêya çapemeniyê li çolistanê DAIŞ’ê hedef bigire. Ew yek jî bersivdana ji DYA’yê re ya ku dibêje hê xeteriyên şaneyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire, digel wê jî DYA’yê rêxistinên terorîst ên dîtir li bakur û rojavayê Sûriyê jî hedef digire. Ji lew re Moskov neçar ma ku bi peymanên meydanî bersiva Washingtonê li Sûriyê bide."

TU PIRSGIRÊKA ÎRANÊ BI DAIŞ’Ê RE TUNE YE

Dr barê helwestên Îranê de Hafiz wiha berdewam kir: "Tu pirsgirêka Îranê bi DAIŞ’ê re tune ye. Hizbullah a girêdayî Îranê par endamên DAIŞ’ê veguhastin Siwêdayê. Her wiha di navbera Hizbullah û DAIŞ’ê de lihevkirinek çêbû ku hin endamên DAIŞ’ê ji herêmên nêzî sînorê Lubnan-Sûriyê ber bi çolistanê ve birin."

Hafiz di dirêjahiya gotina xwe de wiha diyar kir: "Îran ji her hêzekê zêdetir li Sûriyê dixwaze parastina DAIŞ’ê bike, da ku kaxizan di hundirê dosyaya Sûriyê de tevlihev bike û balê bikişîne ser şerkirina li dijî terorê. Di demekê de ku serweriya Îranê li xaka Sûriyê zêde dibe. Îran hêmaneke xirab a sereke di çareserkirina Sûriyê de ye."

ÇOLISTANA SÛRIYÊ HERÊMA GUNCAW E

Têkildarî hebûna DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê, Malik Hafiz wiha pê de çû: "Herêma çolistanê, herêma guncaw a rejîma Sûriyê ya îdîaya şerkirina DAIŞ’ê ye. Xeteriya derbasbûna li bajaran li herêmên wê tune ye. Ew jî bi hedefa balkişandina li ser ragihandina siyaseta xwe li ser asta navneteweyî ye. Da ku bibêje Washington şerê xeteriya DAIŞ’ê nake, lê belê ji bo cihbûna li herêma zeviyên petrol û dewlemendiyên dîtir e. Lê belê yê girîngiyê dide şerkirina DAIŞ’ê Şam e."

Ronameger Malik Hafiz bi lêv kir ku sûdweriya DAIŞ’ê ji rejîmê re pir girîng e. lê asta herî girîng reva wê ji pêkanîna xebata siyasî ye. Rejîm her tim digot divê girîngî bi şerkirina DAIŞ’ê li ser hesabê çi biryarên din mîna biryara navneteweyî 2254’an, bê dayîn. Ji lew re şerkirina DAIŞ’ê ji hedefa wê ye, da ku çi xebateke siyasî ya din bê dirêjkirin."

KAXIZEKE BIQEZENC DI BAZARA SIYASETA NAVNETEWEYÎ DE YE

Di ware xeteriya hebûna DAIŞ’ê li ser sûriyan de rojnameger û analîzvana siyasî yê sûrî Malik Hafiz wiha got: "Xeteriya rêxistina DAIŞ’ê li ser sûriyan cidî ye, ji ber xwesteka hêzên navneteweyî ya cidî, durist û yekgirtî di şerkirina rêxistina terorî de tune ye. Lê belê mijara şerkirina wê, êdî bûye kaxiza biqezenc di bazara siyasî ya navneteweyî de. Berdewama hebûna rêxistina terorî ya di aliyên navneteweyî de li ser şerkirina wê hatiye lihevkirin, bêyî aktîfbûneke rastîn e. Ew jî bi hedefa xirabkirina rêveçûna xebata siyasî û derengxistina veguhastina ber bi aramî û aştiya li xaka Sûriyê ye."

XWEDÊLÊDERKETINA TIRKIYÊ

Nivîskar û analîzvanê sûrî Dr. Ehmed Dirzî nêrînek din da û wiha eşkere kir: "Heke em li damezrandina van hêzên îslamî vegerin. Em ê derketina tevgerên wê yên leşkerî, belavbûn û hêsanbûna analîz bikin ku di esas de Îslama Siyasî ya Radîkal e ya di 1928’an de bi sponseriya Brîtanyayê hatiye damezrandin, piştre li Afganistanê di 1980’î de bi sponseriya Amerîka, Erebistana Siûdiyê ji bo sekna li hember Federaliya Soviyetê hat çêkirin. Hê jî mijar bi derbasbûna dewleta Tirk li ser xeta xwedîderketina li wê, berdewam e."

Dirzî wiha lê zêde kir: "Ji lew re tevgerên wê yên leşkerî mehkûmî piştevanî sereke ye, ew jî istîxbarata Amerîkayê. Da ku li hember Rûsya, ÇÎn û Îranê bisekine. Ji vir jî tevgerên wan, jib o fişarkirina li van hêzan tê, da ku di çiraveke mîna AFganistganê de li hember wan bisekinin, têkiliyên wan bi Iraqê re qut bikin. Tê zanîn ku tevgerîna wan piştevaniya xwe ya lojistî û parastinî ji baregeha Tenefê digirin."

NE PÊKAN E TEROR JI BILÎ RAWESTANDINA PIŞTEVANIYA AMERÎKÎ-TIRKÎ BÊ BIDAWÎKIRIN

Der barê rêbazên bidawîkirina DAIŞ’ê Dirzî wiha bi dawî kir: "Pêdiviya tevahî şer û nakokî li dawiyê bi lihevkirinên navneteweyî û herêmê ya di navbera aliyan de heye. Hêza leşkerî têrê nake ku bi leşkerî wê tune bike. Ev jî li gorî DAIŞ û ji bilî wê derbasdar e. Ev yek jî bi rawestandina piştevaniya amerîkî-tirkî ji van koman re dê bê bidawîkirin, bi taybet piştevaniya malî û istîxbaratî. Hêzn Sûriyê, Rûsya, Hizbullah û hêzên dîtir karîn DAIŞ’ê qels bikira. Lê belî nikarîn bi temamî tune bikin, ji ber ku DYA û Tirkiyê bê navber piştevaniya van koman dikin."

(fr)

ANHA