Gaziyên Şer: Terora rejîma Tirk û hovîtiya wê, israra me ya berdewamkirina têkoşînê neşikîne

Federasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera yekemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Serêkaniyê û Girê Spî, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dema dewleta Tirk ferq kir ku hêzên tarî êdî li ber derbeyên şervanên azadiyê têk diçin, hêza xwe seferber kir û êrişî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir.

Gaziyên Şer: Terora rejîma Tirk û hovîtiya wê, israra me ya berdewamkirina têkoşînê neşikîne
9 cotmeh, 2020   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera yekemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Serêkaniyê û Girê Spî, îro daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de bal li ser van xalan hate kişandin:

"Dema ku dewleta Tirk feq kir ku hêzên tarî li ber derbeyên şervanên azadiyê têk diçin, seferber bû da ku wan hêzên tarî bişîna Efrînê û piştre Serêkaniyê û Girê Spî û bi vê rengî wan xelas bike. Piştî ku bergên xwe yê reş ji xwe danî û cilên çetetiyên Tirk ên jê tarîtir guhert û li hemberî çend qurişan ji bo pêkanîna berjewendiyên Erdogan li Lîbya û Qerebaxê, dozên xwe firotin.

Wekî vê rojê beriya salekê, artêşa Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Karwanên sivîlan kir hedef û çekên qedexekirî bikar anî, da ku şêniyan ji warên bavûkalan dûr bixe.

Dewleta Tirk parçekirina Sûriyê armanc dike, mîna ku li Qubirusê û Lîwa Iskenderonê kiriye. Ew bi zanabûn sînaryoyên zordariyê dubare dike. Di heman dîroka ku hêzên mezin li dijî gelê Kurd di kesayeta ronakbîr rêber  Abdullah Ocalan de komployek plan kiriye, delweta Tirk êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir û komplo temam kir.

Wekî Federasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vê boneya bi êş, em bang li Neteweyên Yekbûyê (NY) û rêxistinan mafên mirovan dikin ku hesabê ji dagirkera Tirk ji ber sûcên ku pêkanîna, bixwaze. Em bang li civaka navneteweyî jî dikin ku bikevin tevgerê û dagirkeriya hovane li ser axa me bi dawî bikin û axa pêşiyên me ji terora Tirk û çeteyên wê paqij bikin.

Berdêl çi dibe bila bibe, ciwanên vê xakê bi îsrar in ku erkên netewî yên dikevin ser milên wan pêk bînin."

Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî biratiya gelan”, bi dawî bû.

(şx)

ANHA