'Pêkanînên li dijî Ocalan dervayî qanûna navneteweyî ye'

Pisporê qanûna navneteweyî yê Fîlistînî Dr.Ebdulkerîm Şibêr got, tedbîrên dawîn ku hikumeta Tirkiyê li djiî rêber Abdullah Ocalan de girtiye, qanûna navneteweyî û mafên mirovan binpê dikin. Mamosteyê qanûna giştî ya navneteweyî li Misirê Eymen Selama jî bang li rêxistinên navneteweyî kir ku van binpêkirinên mezin bi dawî bike.

'Pêkanînên li dijî Ocalan dervayî qanûna navneteweyî ye'
9 cotmeh, 2020   04:18
NAVENDA NÛÇEYAN- OMER MÛSA- EMANÎ EZAM

Dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike. Ji 7`ê Tebaxa 2019`an ve ev cara 107`emîn e ku parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê didin, lê belê bersiva wan nayê dayîn.

Di dawiya Îlona borî de û li ser daxwaza Dozgeriya Giştî ya Tirkiyê 2.Dadgeha Pêkanînê ya Bursayê biryara qedexekirina hevdîtina bi Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê re heta 6 mehan, da.

`BIRYARÊN TIRKIYÊ DER HEQÊ OCALAN DE QANÛNÊ BINPÊ DIKIN`

Pisporê qanûna navneteweyî yê Fîlistînî Dr.Ebdulkerîm Şibêr, biryara der heqê Ocalan de wiha nirxand: “Ev yek binpêkirina qanûna navneteweyî ye û bi taybetî peymana Cinêvê ya taybet bi mafên dîl û girtiyan, ku li gorî wê qaûnê mafê girtî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Binpêkirina vê qanûnê wekî sûcekî dijî mirovahiyê tê pejrandin.”

Şibêr ji ANHA`yê re wiha got: “Ev biryar bi awayekî eşkere qanûnên mirovî, her çar lihevkirinên peyamana Cinêvê û protokolên din ên peymanê, binpê dike.”

Şibêr wiha domand: “Ez her tim tekez dikim ku biryarên bi vî rengî ne tenê sûcekî li dijî mirovahiyê ne, lê belê sûcekî xeternak û mezin in. Ji ber ku qanûna navneteweyî û peymanên mirovî derbas dike.”

`HEMWEXTÎ HEWLDANÊN TEVLÎBÛNA YE`YÊ, TIRKIYÊ ÇAWA BI VÎ RENGÎ TEVDIGERE?`

Dr.Ebdulkerîm Şibêr wiha nirxandina xwe dewam kir: “Tirkiyê hewl dide tev li Yekitiya Ewropayê (YE) bibe. YE`yê bi peymanên mirovî, qanûnî, qanûna navneteweyî û peymanên din ku mafên peywendiya girtiyan bi parêzer û malbatê re misoger dikin, dide û distîne. Hemwextî van hewldanan , dewleta Tirk çawa bi vê rengî tevdigere?”

Şibêr piştrast kir ku ev biryar qanûna Tirkiyê jî bin pê dikin û wiha domand: “Zagon û destûra Tirkiyê tekeziyê mafê parêzeran a serdana domadar dike, da  ku ew parastina miwekîlên xwe bike û malbat û xizmên wan jî rewşa wan bizanibin.”

Şibêr hêvî kir ku parêzerên pispor ji bo şopandina van biryaran xwe li zagona Tirkiyê bigirin, ji ber ku zagona Tirkiyê vê mafê mirovî misoger dike da ku rewşa derûnî û tenduristî ya girtiyan bê naskirin. Ev mafekî destûrî û qanûnî ye û di hemû qanûnan de misogerkirî ye.”

`MAFÊ SAZIYÊN HIQÛQÎ HEYE KU GILÎNAMEYEKÊ PÊŞKÊŞÎ DADGEHA TAYBET BIKIN`

Şibêr ji “rêdayîna binpêkirina zagon û destûra Tirkiyê” şoq ma û piştrast kir ku ji mafê saziyên hiqûqî ye ku gilînameyekê pêşkêşî dadgeha taybet bikin, da ku destûra serdana Ocalan û girtiyên din bidin parêzeran û zagon û destûra navneteweyî û Tirkiyê bê pêkanîn.

Her wiha tekez kir ku ji mafê girtî ye ku parêzerên wî û bijîşk bi awayekî domdar serdana wî bikin, ku ev yek di qanûna Tirkiyê, qanûna navneteweyî, peymana Cinêvê û protokolên din de hatiye misogerkirin.

`HÊVÎ DIKIN KU KOMÎTEYEKE NAVNETEWEYÎ YA TAYBET JI BO ŞOPANDINA REWŞA QANÛNÎ YA OCALAN BÊ AVAKIRIN`

Şibêr careke din piştrast kir ku ev biryar qanûna Tirkiyê û qanûna mirovî ya navneteweyî bin pê dikin û bang li saziyên hiqûqî kir ku derbarê binpêkirina qanûna navneteweyî de gilînameyeke fermî pêşkêşî Komîteya Mafên Mirovan bikin. Her wiha got divê bi rêya komîteyên ku ji bo doza Ocalan û girtiyên din hatine erkdarkirin, gilînameyekê pêşkêşî YE`yê û dadgeha Ewropayê bikin.

Her wiha hêvî kir ku aliyên têkildar berê xwe bidin sekerterê giştî yê NY`yî Antonio Guterres û daxwaza vekirina lêpirsînê derbarê van biryaran de bikin. Dr.Ebdulkerîm Şibêr wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dibe ku ev gav bihêlin ku komîteyeke navneteweyî ji bo şopandina rewşa qanûnî ya Ocalan û girtiyên din û misogerkirina mafên wan ên rewa, ava bibe.”

`DI HEMÛ ZAGONAN DE MAFÊ GIRTIYAN Ê PEYWENDIYA BI PARÊZERÊN XWE RE HEYE`

Mamosteyê qanûna giştî ya navneteweyî li Misirê Eymen Selama jî têkildarî mijarê wiha dibêje: “Misogeriyên dadgehên adil dikevin nava misogeriyên navneteweyî ku rêgezên navneteweyî, peymana navneteweyî ya mafên siyasî û sivîl ya Komeleya Giştî ya NY`ê sala 1966`an derxistiye, tekeziyê pê dikin.”

Selama ji ajansa me re destnîşan kir ku misogeriyên din hene ku rêgezên navneteweyî yên mafên mirovan û hemû zagonên neteweyî tekeziyê pê dikin û Tirkiyê jî pabend e. Ya herî sereke jî ew e ku mafê sûcdar ê xwespartina parêzerekî heye.

Selama daxuyand ku hemû zagonên neteweyî mafê xwegirtina parêzeran û hebûna parêzeran di hemû darizandinan de, dipejirînin ku ev yek ji misogeriyên dadgehên adil tê hesbandin.

Selama her wiha destnîşan kir ku hemû zagonên hundirîn ên dewletan û din av de zagonên Amerîkayê mafê peywendiya girtî bi parêzer, malbat û hevalên xwe re dipejirînin.

`BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ OCALAN RÊGEZÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE`

Mamosteyê qanûna giştî ya navneteweyî li Misirê Eymen Selama teqez kir ku binpêkirinên hikumeta Tirk der heqê girtiyan û rêber Abdullah Ocalan de pêk tîne, rêgezên navneteweyî yên mafên mirovan bin pê dike.

Selama di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku divê rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî û di serî de Melicsa Mafên Mirovan yê NY`yî li Cinêvê û rêxistinên hiqûqî yên ne hikumî van binpêkirinên Tirkiyê ji mafên mirovan re bi dawî bikin û kiryarên dewleta Tirk di vê derbarê de eşkere bikin.

(cx)

ANHA