Rojnameyên erebî: Esed nameyan ji Îsraîlê re şandin û Qerebax xepandina Tirkiyê û Îranê eşkere kir

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, daxuyaniyên dawîn ên serokê Sûriyê Beşar Esed, helwesta Rûsya li hemberî wan daxuyaniyan, aloziya Lubnanê, şerê Qerebaxê û gelek mijarên din girtin dest.

Rojnameyên erebî: Esed nameyan ji Îsraîlê re şandin û Qerebax xepandina Tirkiyê û Îranê eşkere kir
9 cotmeh, 2020   07:50
NAVNEDA NÛÇEYAN

'ESED QEYDÊN DERÛNÎ YÊN BI ÎSRAÎLÊ RE ŞIKAND`

Rojnameya El-Ereb têkildarî axaftina Esed wiha nivîsî: “Serokê Sûriyê Beşar Esed piştrast kir ku welatî wî ji bo danîna têkiliyên normal bi Îsraîlê re amade ye, bi şertê ku Til Ebîb cidî nêzî mijarê bibe û erdên Sûriyê ku dagir kirine vegerîne. Esed têkiliyên bi Îsraîlê re ji doza Fîlistînê cuda kir, ku vê carê nêzîkbûna Şamê ya ji têkiliyên bi Îsraîlê re hatiye guhertin. Lê xuya ye ku ev ne tiştekî nû ye.”

Ji daxuyaniyên dawîn ên Esed ji bo ajansa “Sputnîk” a Rûsyayê, ihtîmala guhertina siyaseta derve ya Sûriyê li hemberî Îsraîlê xurt dike. Ev yek ji hilbijartina têgehan xuya dibe.

Çavdêr dibêjin ku Esed xwest di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa Rûsî re rê li derfetên dan û standina bi Îsraîlê re veke. Hinek jî dibînin ku serokê Sûriyê bi rastî jî êdî qeydên derûnî yên danîna têkiliyên normal bi Tel Ebîbê re şikand.

Di heman derbarê de, Rojnameya Şerq El-Ewset jî wiha nivîsî: “Daxuyaniyên Beşar El-Esed ên ji ajansa Rûsî re, li Moskovê rastî rexneyan hatin û wekî hewldaneke pêkneanîna erkên siyasî hat binavkirin.

Axaftina Esed a bi ajansa Rûsî re ku duh hatibû belavkirin, balkêş bû. Esed behsa rêveçûna şerê Sûriyê kir û girîngiya destwerdana Rûsyayê ya ji 2015`an ve û hebûna Îranê paşguh kir û destnîşan kir ku dê şerê Sûriyê li rojhilatê Firatê û Idlibê berdewam bike.

Daxuyaniyên Esed û helwesta Rûsyayê ji rewşa Sûriyê li hev nehatin. Esed girîngiya xebatên ji bo komîteya destûrê ku Moskov girîngiyeke taybet dide wê, kêm kir.

Çavkaniyên ji Rûsyayê ji Şerq El-Ewsat re wiha got: “Axaftina Esed wekî “bersiveke pratîk” a ji nêrîna Rûsyayê bû ku di serdana şandeya xwe ya meha borî de pêşkêşî Şamê kiribû.”

'HIŞYARIYÊN JI ŞERÊ NAVXWEYÎ Lİ LUBNANÊ`

Rojnameyên erebî rewşa Lubnanê jî şopand û rojnameya El-Beyan têkildarî mijarê wiha got: “Serokwezîrê berê yê Lubnanê Seed El-Herîrî duh (pêncşemê) li ser derketina şerê navxweyî hişyarî da, di demekê de ku ji şerê navxweyî yê di navbera 1975-1990`an ve Lubnan di aloziyeke aborî ya herî kirît re derbas dibe.”

'QEREBAX ÇAVNEBARIYÊN TIRKIYÊ Û ÎRANÊ EŞKERE DIKE`

Girêdayî şerê li Qerebaxê jî, rojnameya Ukaz wiha nivîsî: “Şerê Azerbêcan-Ermenistanê xewnên “serok û murşid” ên xîlafet û serokatiya cîhana îslamî, tune kirin. Êdî “xelîfeya mislimanan” Recep Tayyîp Erdogan bû mayînek di destê Şîeyên Azerbêcanê de û alîgirê wan ê di şerê li dijî Ermenistanê de.”

Li ser helwesta Îranê ku piştgiriya Ermenistanê li dijî Azerbêcana “Şîî” dike, gelek pirs derdikevin holê. Komara “Ayatullah” ku xwe wekî seroka cîhana îslamî bi nav dike, çawa dikare şer li dijî dewleteke misliman ragihîne û ji bo berjewendiyan dev ji rêgezên mezheba xwe berde?”

Rojnameya El-Ereb jî girêdayî mijarê wiha got: “Tirkiyê di serdema serokkomar Erdogan de di aloziyeke aborî ya tûj de dijî. Welatê endamê NATO`yê ji aliyê aborî ve di rewşeke zehemet de ye. Lê tevî vê yekê jî her ku dereft çêbû xwediyên biryarê li Enqerayê tev li şerekî nû dibin.”

(cx)