Siyasetmedaran piştgiriya HDP'ê kir

Siyasetmedarên ji navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku pêngava binçavkirinê ya ku desthilata Tirk li dijî parlamantoyên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê dide meşandin li dijî qanûnên navneteweyî ye û divê hesab ji desthilatê were xwestin.

Siyasetmedaran piştgiriya HDP'ê kir
9 cotmeh, 2020   03:36
HESEKÊ-BOTAN HISÊN-OLVA HEC MENSÛR

Desthilata Tirkiyê li dijî parlamantoyên HDP`ê, siyasetmedar, çalakger û rêxistinên jinan dest bi hemleyên qirkirina siyasî kiriye û bi vê hemleyê dixwaze vîna gelê Kurd bişkîne û planên ku li Rojava nekarî pêk bîne, bi cih bîne.

Têkildarî hemleya ku desthilata Tirkiyê li dijî siyasetmedaran daye meşandin, hin siyasetmedarên ji Dirbêsiyê axivîn û diyar kirin ku ji beriya çend salan ve desthilata Tirk li Bakurê Kurdistanê hewldana qirkirina siyasî û înkara hebûna gelê Kurd dike.

Hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokrat a li navçeya Dirbêsiyê Silêman Xelîl axivî û got ku desthilata Tirkiyê li dijî kesên banga mafên xwe dikin, parastina doza xwe dikin û dema şerê Kobanê destek dan birayên xwe yên li Kobanê û li hemberî çeteyên DAIŞ`ê sekinîn, hemleyên binçavkirina siyasî dide meşandin.

Silêman Xelîl got ku armanca dewleta Tirk berdewamkirina sûcên qirkirin û guhartina demografiyê ye û wan ev tişt li herêmên ku Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kiriye dîtine.

Silêman Xelîl destnîşan kir ku siyasetmedarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiryarên ku Tirkiye li dijî siysetmedaran û têkoşerên li Bakurê Kurdistanê dide meşandin, red dikin. Dîroka dewleta Tirk bi kiryarên dermirovî tê naskirin û ev kiryar bi qanûnên navneteweyî re bi nakok in.

Silêman Xelîl bang li tevahiya saziyên mafên mirovan û qanûnparêzan kir ku li hemberî van sûcên Tirkiye pêk tîne, ji wan qirkirin û guhartina demografiyê bi erka xwe rabe.

Her wiha welatiyê bi navê Hisên El-Elî ku endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Çepê Kurd li Sûriyê ye jî axivî û got ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî binpê dike û îro li dijî siyasetmedarên li Tirkiyê û her kesên li vê siyaseta dagirkerane radibe, siyaseta qirkirina siyasî pêk tîne.

Hisên El-Elî bi lêv kir ku siyasetmedar û rojnemevan heke bi wîjdan be dê van kiryarên Tirkiye li dijî gelê bindest dide meşandin, red bike, ji ber dewelta Tirk armanca wê dagirkriin, qetilkirin û her kesên vê siyasetê red dike li dijî wan derdikeve û wan binçav dike, lewma bi sedan siyasetmedar û rojnemevan di girtîgehên dewleta Tirk de hene.

Hisên El-Elî di dawiyê de da zanîn ku artêşa Tirk li pêşberî çavên rêxistinên bi navê "rêxistinên mafên mirovan" van kiryaran pêk tîne, ji ber divê hesab ji Tirkiye bixwazin û dawî li van sûcan bînin.

(eh)

ANHA