Koçberên ji Girê Spî di salvegera dagirkirina bajarê xwe de çalakiyeke protestoyê li dar xist

Bi sedan koçberên kantona Girê Spî di salvegera yekemîn a dagirkirina bajarê xwe de daketin qadan û bêdengiya navneteweyî a li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Koçberên ji Girê Spî di salvegera dagirkirina bajarê xwe de çalakiyeke protestoyê li dar xist
8 cotmeh, 2020   12:03
 EYN ÎSA

Meclisa Kantona Girê Spî bi boneya salvegera yekemîn a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî çalakiyek protestoyê li dar xist. Bi sedan koçberên Girê Spî û şêniyên navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê û şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li çalakiyê bûn.

Çalakî li ber Çerxerêya Şaredariyê li navçeya Eyn Îsayê li dar ket. Beşdaran pankartên “Êdî bes e dagirkeriya Tirk, erê ji bo parastina destkeftiyan”, “Na ji dagirkeriya Tirk li ser bajarê Girê Spî re” û wêneyên şehîdan û rêber Abdullah Ocalan hildan.

Hevseroka kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl di çalakiyê de axivî û got: “Bi hevkariya civaka navneteweyî dewleta Tirk sûcan li dijî me pêk tîne.”

Hêvîn diyar kir ku heke ev bêdengî bidome dê koçberî û azarên şêniyan li kantona dagirkirî bidomin. Hêvîn bang li dewletên xwedî bandor û civaka navneteweyî kir ku rê li pêşiya timayên dewleta Tirk bigirin û vegereke ewle ji koçberan re peyda bikin da ku vegerin warên xwe.

Hevseroka Destya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xedro jî axivî û bêdengiya navneteweyî li hemberî guhertina demografîk li dijî herêmên dagirkirî şermezar kir û banga rawestandina sûcên dewleta Tirk li axa Sûriyê kir.

Cîhan destnîşan kir ku bi saya hevgirtina pêkhateyên herêmê dê herêmên dagirkirî werin rizgarkirin.

Di çalakiyê de hevserokê Desteya Kar û Karên Hundirîn û Xebatê ya herêma Firatê Silêman Kaşîş bi navê rêveberiya herêmê axivî û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji ber têkoşîna ku dimeşîne û parastina destkeftiyan silav kir. Kaşîş piştrast kir ku gelên herêmê berxwedan û parastina axa xwe li hemberî timayên dewleta Tirk a dagirker pejirandine û dê bi vê israrê axa dagirkirî rizgar bikin.

Piştre helbestvan Ehmed El-Sayir û Yasir Hec Mihemed helbestên girêdayî berxwedanê û fedakariyên şehîdan xwendin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên piştrastkirina hevgirtina gelê Sûriyê û şermezarkirina siyaseta dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

Piştî çalakiyê şandeyek ji Meclisa Kantonê berê xwe da baregeha Rûsyayê ya li navçeya Eyn Îsayê û nameyek bi navê koçberên Girê Spî radestî wê kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KjhtGtGV-KE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>