​​​​​​​‘Bi hevgirtinê em ê hemû herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin’

Mistefa Ehmed  di meşa li navçeya Şedadê de got “Bi hevgirtinê em ê hemû herêmên xwe yên dagirkirî ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bikin û em ê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin.”

​​​​​​​‘Bi hevgirtinê em ê hemû herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin’
​​​​​​​‘Bi hevgirtinê em ê hemû herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin’
​​​​​​​‘Bi hevgirtinê em ê hemû herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin’
​​​​​​​‘Bi hevgirtinê em ê hemû herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin’
8 cotmeh, 2020   12:26
HESEKÊ

Ji bo şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û pêkanîna komkujiyan li ser sivîlên herêmê de, her wiha bi nêzîkbûna salvegera yekemîn a destpêkirina êrişan li dijî herêmê, meclisa navçeya Şedadê bi hevkariya saziyên sivîl meşek li dar xist. Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê û gundewarên wê beşdarî meşê bûn.

Meşê ji pêşiya meclisa navçeyê dest pê kir û di kolanên sereke re dewam kir. Meşvanan dirûşmên silavkirina berxwedanê û şermezarkirina komkujiyên dagirkeran li herêmên dagirkirî, berz kir.

Meşvan li qada El-Cebisê sekinînin û deqeyekê rêz girt. Piştre endamê rêveberiya PYD`ê şaxê ya Hesekê Mistefa Ehmed daxuyand ku Tirkiyê bi rêya çeteyên ji Sûriyê planên xwe li herêmê pêk anî û bajarên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Ezaz, Cerablus û Bab dagir kirin.

Ehmed destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk di êrişên 9`ê Cotmehê de siayseta “erda şewitî” meşand û çeteyên bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ ji bo dagirkirina bajarên bakurê Sûriyê bi kar anî.

Her wiha diyar kir ku dagirkeriyê ji bo guhertina demografiya herêmê, topbarana bejahî û asîmanî, koçberkirina şêniyên resen û bicihkirina şêniyên herêmên din di malên sivîlên herêmê de pêk anî.

Ehmed daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker ji tevna civakî û netewî ya hevgirtî ya pêkhateyên herêmê ditirse, ku bi saya wê gelek destkeftî hatin bidesxistin.

Ehmed di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku bi hevgirtin û yekitiyê dê hemû herêmên dagirkirî ji dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê bên rizgarkirin û destkeftiyên şoreşê bên parastin.

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedanê bi dawî bû.

(cx)

ANHA