Cezayên nû yên Amerîkayê li dijî Îranê 

Rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo ferzkirina cezayên li dijî aboriya Îranê, xwe amade dike. Washington beriya çend hefteyan ji hilbijartinên serokatiya Amerîkayê, zextên xwe li Tehranê zêde dike.

Cezayên nû yên Amerîkayê li dijî Îranê 
8 cotmeh, 2020   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Reutersê ragihand ku Îro rayedarekî Partiya Komarparêz ê Kongreyê eşkere kir ku DYA ji bo ferzkirina cezayên nû li aboriya Îranê xwe amade dike.

Washington beriya çend hefteyan ji hilbijartinên Amerîkayê yên ku tê payîn di 4`yê Mijdarê de li dar bikevin, zextên xwe li Tehranê zêde dike.

Reutersê diyar kir ku ev gav dê rê li pêşiya Îranê bigire ku derbasî qada darayî ya cîhanî bibe. Piştî Washingtonê di meha derbasbûyî de ji nû ve ferzkirina tevahiya cezayên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li ser Îranê ragihandin. Ev yek ji hêla hevalbendên Ewropayê yên sereke û alîgirên Îranê di Meclisa Ewlehiyê (Rûsya û Çîn) ve hate redkirin.

Ji wextê ku serokê Amerîkayê Donald Trump di 2018`an de ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişiya, têkiliyên Washington û Tehranê aloztir bûne.

(eh)