Li Şamê krîza sotemeniyê… gendelî û bêçarebûna hikumetê

Li paytexta Sûriyê Şamê êdî krîza sotemeniyê welatiyan dixeniqîne. Ji ber diziya benzînê û firotina wê li sûka reş, gilî û gazinên welatiyan li ser torên medyaya civakî roj bi roj zêde dibin.

Li Şamê krîza sotemeniyê… gendelî û bêçarebûna hikumetê
8 cotmeh, 2020   08:40
ŞAM-MERYEM ELÎ

Li herêmên Sûriyê di encama şerê 9 salan de ku heta niha didome, binesaziya herêmê hilweşiya, kargeh û avahiyên li welat talan û wêran bûn û alavên wê li Tirkiyê hatin firotin, ji ber wê hîmên jiyanê yên sereke li Sûriyê tune bûn.

Rewşa herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de ne, kêmî rewşa herêmên di bin kontrola çeteyên dewleta Tirk de ye. Bi ferzkirina cezayên Qanûna Qeyser re ku DYA`yê li ser hikumeta Şamê ferz kiriye, da ku çareseriya siyasî pê bide qebûlkirin lê hikumeta Şamê hewl dide rewşa Sûriyê vegerîne beriya 2011`an bi desteka Rûsya û Îranê û krîzên heyî aloztir dike.

Li paytexta Şamê li pêşiya stasyonên sotemeniyê hejmara erebeyên dikevin dorê, nayê jimartin û hikumet jî nikare vê krîzê çareser bike.

Wezareta Petrolê ji bo ku rewşê çareser bike, ji bo her erebeyekê û li gorî cureya wê miqdarê benzînê diyar kir; para erebeyên taybet di her mehekê de 200 lître benzîn e, ya erebeyên giştî jî zêdetirî 300 lître benzîn e.

Di encama fesadiyê di nava saziyên hikumetê de û belavbûna gendeliyê, bi ferzkirina cezayên li ser dewletên ku piştgiriya hikumetê dikin (Rûsya û Îranê) û paşdeçûna rewşa Lubnanê, krîza sotemeniyê aloztir bû. Vê yekê hişt ku Wezareta Petrolê miqdarê benzînê kêm bike û ji bo her erebeyeke taybet di nava hefteyekê de divê tenê carekê 30 lître dagire û ji bo erebeyên giştî di nava 5 rojan de tenê 40 lîtreyan dagirin.

Têkildarî gazê jî di halê hazir de hikumet debara xwe bi gaza dagirtî ya Rûsyayê dike.

Hikumeta Şamê sedema kêmbûna sotemeniyê li ji nû ve avakirina stasyona Banyasê vedigerîne û li gorî hikumetê dema safok bixebite dê ev krîz çareser bibe û soz daye ku dê di pêşerojê de ev mesele dubare nebe.

BENZÎNÊ BI QAÇAXÎ DIKIRIN Û LI SÛKA REŞ DIFIROŞIN

Xwedanên stasyonan, benzînê li sûka reş difiroşin û li ser malperên torên civakî der barê vê yekê de welatî zêde gazinan dikin. Ajokarekî teksiyeke taybet da zanîn ku zêdetirî 8 saetan di dorê de dimînin û hejmara wî 175 bû, ruxmî ku 11 hezar lître ji stasyonê re hatibû, lê dîsa jî nekarî benzînê dagire, ji ber ku xilas bûbû.

Welatiyekî ku nexwest navê xwe eşkere bike, got: "Derdora du rojan ez di dorê de mam, da ku benzînê dagirim, êdî krîza sotemeniyê welatiyên Sûriyê dixeniqîne. Demsala zivistanê nêzîk bûye û rewş kambax e."

Li Şamê buhayê lîtreya benzînê 300 lîreyên Sûriyê ye. Di heman demê de buhayê lîtreya benzînê li sûka Reş digihêje hezar û 500 lîreyên Sûriyê.Li herêmên di bin kontrola hikumetê de meseleya reşwetê zêde li pêş e û di vê derbarê de welatiyê bi navê M.Y. got mirov bi hêsanî dikare bi pereyan dora xwe bibe pêş û got: "Mijar ne ev tenê ye, lê belê em dikarin nan, madeyên xwarinê du qatî ji dikanan bikirin."

BELAVKIRINA MAZOTÊ DERENG KET

Têkildarî belavkirina mazota germkirinê, beriya çend rojan çavkaniyeke fermî ya Wezareta Petrolê diyar kiribû ku sedema derengmayîna belavkirina mazotê di serê pêşîn de ji nû ve avakirina safoka Banyasê ye. Ji ber wê miqdara belavkirinê kêm kir û dema safok bixebite dê ji bo her malbatekê wekî para yekemîn 200 lître were veqetandin û heman miqdar ji bo para duyemîn jî derbasdar e.

Baweriya welatiyan zêde bi van daxuyaniyan nayê, nexasim ku zivistana par zehmetiya kêmbûna mazotê, kehrebe û alavên germkirinê kişandin û di dawiyê de bi seqema zivistanê re rû bi rû man.

(eh)

ANHA