Li Kobanê li ser azadiya rêber Abdullah Ocalan panelek li dar ket

Akademiya Civaka Demokratîk a herêma Firatê panelek girêdayî azadiya rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma "Dem dema azadiya rêber Ocalan e" li bajarê Kobanê li dar xist.

Li Kobanê li ser azadiya rêber Abdullah Ocalan panelek li dar ket
8 cotmeh, 2020   08:53
KOBANÊ

Panel li Seyrangeha Ronî War li bajarê Kobanê bi tevlêbûna 130 kesayetan ji saziyên sivîl, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û rûspiyên Minbic, Sirîn û Eyn Îsayê li dar ket.

Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Firatê Bozan Xelîl axivî û behsa girîngiya şopandina rêgeza rêber Abdullah Ocalan, têkbirina Komploya Navneteweyî bi rêya berxwedana gelê Kurd û israra wî ji bo azadiya Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî kir.

Di panelê de wê gelek mijar werin gotubêjkirin wekî; rastiya rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdan, çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi rêya projeya neteweya demokratîk, projeya şaristaniya demokratîk a alternatîfa şaristaniya kapîtalîzmê û ji bo çareserkirina pirsgirêkên dîrokî û nûjen şopandina fikrên rêber Abdullah Ocalan.

Tê payîn ku panel heta saet 16:00`an bidome.

Ev panel beriya rojekê li ser salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan a sala 1998`an tê lidarxistin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/egJwcW4Grdk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>