Bijîşk: Nexweşiyên mewsimî bi sedema tevliheviya avhewayê ne

Guhartinên hewa û avhewayê di salê de bandorê li tenduristiya mirov dikin û bi wê re jî nexweşiyên mewsimî derdikevin. Zarok herî zêde bandor dibin. Di vê der barê de bijîşk şîreta xweparastinê, parastina xwarina guncaw û paqijiyê dikin.

Bijîşk: Nexweşiyên mewsimî bi sedema tevliheviya avhewayê ne
Bijîşk: Nexweşiyên mewsimî bi sedema tevliheviya avhewayê ne
Bijîşk: Nexweşiyên mewsimî bi sedema tevliheviya avhewayê ne
Bijîşk: Nexweşiyên mewsimî bi sedema tevliheviya avhewayê ne
Bijîşk: Nexweşiyên mewsimî bi sedema tevliheviya avhewayê ne
Bijîşk: Nexweşiyên mewsimî bi sedema tevliheviya avhewayê ne
8 cotmeh, 2020   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN-RÊNAS REMO-BASIM DEXÎL

Bi hatina demsala payîz û guhartina pileyên germahiyê re, her wiha toza li hewayê, gelek vîrus aktîf dibin. Bi wê re jî gelek nexweşî derdikevin, bi taybet sîng, nefes û mîde. Ev nexweşî jî di hin rewşan de xeter in, nemaze li gel zarok, mezin û jinên ducanî.

Demsala payîzê, mewsima derketina tovên aşlê yên giyayên bejî ye, ev jî dibe sedema derketina rewşên debazî(hesasî) li gel pir kesan. Başbûna ji wan nexweşiyan ji kesekî heya bi kesekî din cuda ye. Bijîşk dibêjin ev demsal ji demsala zivistanê dijwatir e. Ji ber hewa tê de ne aram e.

TEVLIHEVIYÊN HEWA DIBE SEDEMA BERBELAVBÛNA FIREH A VÎRUSAN

Dr. Bêrîvan Şemsê ya pirsporiya nexweşên zarok, pitik û yên nû bûne, destnîşan kir ku tevliheviyên hewa di van rojên salê de dibe sedema berbelavbûna fireh a vîrusan û bi xwe re jî gelek nexweşiyan tîne. Jê jî nexweşiyên sing û mîde.

Der barê çawaniya dan û standina bi nexweşiyên ku derdikevin de, Dr. Bêrîvan Şemsê da zanîn ku zarok ên herî zêde bi vîrusê nexweş dibin, rewşên mîna germaya zêde, kuxik, an jî herikîna ji poz, bêhntengî û êş çêdibin. Dr. Bêrîvan Şemsê wiha pê de çû: "Heke rewşên vîrusê sivik bin, pêdivî bi rihetî û vexwarina zêde ya avê heye."

Dr.Bêrîvan Şemsê raber kir ger zarokê nexweş gihişt merheleya germahiya zêde yan jî kuxika zêde yan jî xwarin nexwar, divê li bijîşka pirspor vegerin da ku dermanên guncaw bide.

XWEPARASTIN PÊWÎST E BI TAYBET BI BELAVBÛNA VÎRUSA KORONAYÊ RE

Dr. Bêrîvan Şemsê piştrast kir ku di vê demê salê de xweparastin girîng e bi taybet bi vekirina dibistan û berbelavbûna vîrusa Koronayê re. Divê dûrketina civakî, paqijkirina şexsî, xwarina baş a zarokan hebe.

Ji aliyekî din ve jî Dr.Abduselam Abduletîf ê pisporê zarokan ku di navenda gel a navçeya Şedadê de dixebite got: "Piranî rewşên tên klînîka zarokan nexweşiyên mewsimî ne ku zarok bi sedema guhartina hewa mîna germa, navçûn û hwd pê dikevin."

Abduletîf di dawiyê de destnîşan kir ku rojane zêdetirî 35 nexweşî bi taybet zarok tên keşfkirin û derman ji dermanxaneya navendê bê pere tê pêşkêşkirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pkrZt4lVgf0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>