Rojnameyên erebî: Aloziya Erdogan berê wî dide serdana Qatarê û li pêş lihevhatinên Lîbyayê astengî hene

Rojnameyên erebî yên îro der barê serdana serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ya Qatarê, her wiha aloziya Lubnanê û lihevhatinên Lîbyayê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Aloziya Erdogan berê wî dide serdana Qatarê û li pêş lihevhatinên Lîbyayê astengî hene
8 cotmeh, 2020   07:26
NAVENDA NÛÇEYAN

'ERDOGANÊ TEVGAV XWE DISPÊRE TEMÎMÊ ÎZOLEKIRÎ'

Der barê serdana serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bo Qatarê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Çavkaniyên ji welatên Kendavê diyar kir ku mijara sereke ya serdana serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bo Qatarê, dê mijara xwestina pereyan be, hin çavdêr dibêjin ku rêveberiya Tirkiyê êdî pir alîkariyên diravî ji Qatarê dixwaze, ji ber rewşa Tirkiyê ya aborî aloz bûye, piştî nexweşiya koronayê, her wiha piştî ku hikumeta Erdogan destwerdana gelek aloziyên herêmê kir, lewma gelek şirîkên Tirkiyê êdî baweriyê pê naynin.”

Li aliyekî din rojnameya Ukaz jî wiha nivîsî: "Serdana Erdogan ku ji ber çavnebariya xwe di hundir û derve de "tengav" bûye, bo Temîmê ku ji aliyê Ereban ve hatiye "îzolekirin", wekî yekî ku yekî di avê de dixeniqe, alîkariyê ji yekî xeniqî bixwaze. Ji ber ku "hevpeymana xirabiyê" ya ku her du rêveberiya wê dikin, rastî gelek derbeyên giran hatin, ji aliyê hundir ve, her wiha ji aliyê welatên Ereban, yên herêmê û welatên derve ve.”

'DIYALOGAN LÎBYAYÊ LI FAS`Ê DI NAVBERA LIHEVKIRIN Û ASTENGIYÊN PÊKANÎNÊ DE'

Rojnameyên Erebî yên îro mijara hevdîtinên aliyên Lîbyayî li Fasê jî şopandin. Rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Her du aliyên Lîbyayê beriya du şevan piştî ku tora yekem a hevdîtinên lîbiyan li bajarê Boznîqa yê Fasê bi dawî bûn, ragihand ku ew gihaştine "lihevhatineke giştî" der barê saziyên serwer de, her wiha xwestin ku saziyên welêt van lihevhatinan erê bikin da ku pergala saziyên serwer bê nûkirin.”

'DERÎ LI BER HIKUMETA LUBNANÊ GIRTÎ NE'

Ji mijarên ku ji aliyê rojnameyên erebî ve hatine şopandin yek jî, mijara avakirina hikumeta Libyayê ye. Der barê mijarê de rojnameya El-Exbar nivîsî: "Derî girtî ne, wiha bi kurtasî mirov dikare behsa encamên hevdîtinên hindik ên rojên derbasbûyî der barê aloziya Lubnanê de pêk hatin, bike.

Pir diyar e ku serokê komarê Mîşel Ewl hewl dide vê rewşa bêliv bişikîne, lewma doza civînên parlemanê kir ku pêwîst e di 15’ê mehê de bêne lidarxistin, lê ew wekî ku kevirekî biavêje nava ava şêlû, her wiha ew dixwaze helwesta Fransayê nas bike ku piştî serdana serokê Fransayê Emmanuel Macron bo Lubnanê wan tu helwest nîşan nedane.”

Rojnameya Ukaz jî der barê heman mijarê de nivîsî: "Cara duyem e ku serokatiya Lubnanê doza şêwirdariya parlemanê dike da ku navekî ji serokwezîriyê destnîşan bike, lê wekî her carê lihevhatin çênabe, lewma niha her kes sedemên vê yekê dipirse.”