Li Efrînê 3 çete birîndar bûn

Li navçeya Şera ya Efrînê ya dagirkirî bombeyek bi erebeyeke leşkerî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve teqiya û di encamê de 3 çete birîndar bûn. Her wiha kesên nenas otobîsa çeteyên ku navê “ewlehiya giştî” li xwe dikin, şewitand.

Li Efrînê 3 çete birîndar bûn
8 cotmeh, 2020   06:43
EFRÎN

Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, rewşa ewlehiyê tevlîhev e û teqîn û bûyerên kuştin û revandinê li dijî sivîlan zêde bûne. Her wiha komên çete li ser parvekirina milkên sivîlan ên hatine dizîn, bihev dikevin.

Çavkaniyekî ji navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku mayînek bi erebeyeke leşkerî ya çeteyên girêdayî Tirkiyê ve teqiya û di encamê de 3 çete birîndar bûn.

Çavkanî destnîşan kir ku kesên nenas otobîseke çeteyên bi navê “ewlehiya giştî”, bi temamî şewitand.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BZPGhgv0ALM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>