ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08- 10-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08- 10-2020`AN
7 cotmeh, 2020   23:00

-Şopandina buyer û rûdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Şopandina çalakî û xebatên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Meclisa navçeya Şêrawa û Ciwanên Şoreşger meşekê li navçeya Şêrawa di çarçoveya hemleya KCKê’ ragihandiye de ya ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî rêber Ocalan saet di 18:00’an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Deste û yekitiyên rewşenbîran a Rojava daxuyaniyekê hevbeş têkildarî salvegera yekemîn a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî li pêş Navenda NY’yê ya li taxa Siyahî ya Qamişlo saet di 17:00’an didin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Firatê daxuyaniyekê li ser derbasbûna salekê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî û dagirkirina wê re dide, daxuyanî saet di 11:00’an de tê dayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şervanên ku tev li berxwedana Serêkaniyê bûne, diyar kirin ku dewleta Tirk koçberkirina gelan û guhertina demografiya herêmên wan armanc dike. Her wiha destnîşan kirin ku çeteyên ku bajêr sala 2019`an dagir kirine, hema çeteyên ku sala 2012`an êriş kirine û soza şopandina rêya şehîdan û berxwedanê heta nefesa dawî û rizgarkirina bajarê xwe da.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Salek li ser dagirkirin, sûcên bizanabûn ên ku digihêjin asta sûcên şer, tevlihevî, guhertina demografîk li Serêkaniya dagirkirî borî. Gelo sûc û binpêkirinên li bajarê dagirkirî rû didin çi ne? (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Kesayetên welatparêz diyar kir ku hedefa komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah ‎Ocalan pêk hatiye têkbirina şoreşa Kurd û îmhakirin nasnameya wê ye û destnîşan kir ku pêwîst ‎e yekitî bi gelên dîtir ên li herêmê re pêk bê da ku bigihînin azadiyê.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Dewleta Tirk a dagirker di êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de û bi rêya hedefgirtina hêzên ku parastina girtîgeh û navendên girtinê yên ku tê de çete û malbatên wan hene, careke din piştevaniya vejandina DAIŞ’ê kir. Her wiha avahiyên zindî mîna avê li herêmên ku dagir kirine, fena çekekê li dijî sivîlan bi kar tîne, ev jî li gorî qanûnên navneteweyî sûcên şer in.(BI WÊNE Û DÎMEN)

DIYALOG

- Hêva Erebo got fikrên rêber Abdullah Ocalan û parêznameyên wî û xwedîderketina gel jê re, ‎komploya navneteweyî bi bin xist. Her wiha karê Komîteya Têkoşîna li dijî îşkenceyê ya ‎Ewropayê (CPT) bi şermok wesifand.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

SIYASET

- Telal Mihemed diyar kir ku hedef ji hemleya girtinê ya ku AKP’ê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi ‎navê "Hemleya Kobanê" dest pê kiriye, reşkirina berxwedana Kobanê ku YPJ û YPG’ê tê de ‎berxwedana dîrokî pêk aniye. Her wiha da ku gel careke din danekevin çalakiyan, heke hewl da ‎herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike.‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya bi rêxistin û saziyên girêdayî wê yên jinan re hemleyeke nû ya şermezarkirin û sûcên dewleta Tirk û redkirina komplo û tecrîda li dijî rêber Ocalan radigihîne. Ew jî dayîna daxuyaniyê li kampa Waşûkanî ya Hesekê saet di 10:30’an de pêk tê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Kurekî Îbrahîm Mihemed ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve beriya 5 salan hat revandin û li ser wî tu ‎agahî tune ne. 2 kurên wî yên din û biraziyê wî beriya salekê di êrişên hovane yên li ser Girê Spî ‎de bi birîndarî hatin revandin. Îbrahîm ku niha di kampa koçberên Girê Spî de dimîne, li benda ‎zarokên xwe û vegera axa xwe ye. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li paytexga Sûriyê Şamê aloziya sotemenî welatiyan dixeniqîne, lê belê dezgeh û torên civakî giliyên şêniyan a qaçaqiya madeya benzîn ji bo bazariya wê di sûkên reş de paşguh dike û çav lê digire. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Guhartinên hewa û avhewayê di salê de bandorê li tenduristiya mirov dikin û bi wê re jî ‎nexweşiyên mewsimî derdikevin. Zarok herî zêde bandor dibin. Di vê der barê de bijîşk ‎şîreta xweparastinê, parastina xwarina guncaw û paqijiyê dikin.‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA