Washington ji êrişên zêde yên li Sûriyê bi fikar e

DYA’yê fikara xwe li ser êrişên zêde ên di vê demên dawîn de li Sûriyê, piştî teqîna li bajarê Babê yê dagirkirî, eşkere kir.

Washington ji êrişên zêde yên li Sûriyê bi fikar e
7 cotmeh, 2020   20:17
NAVENDA NÛÇEAYAN

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîka Morgan Ortagus daxuyand ku DYA’yê bi tundî êrişa terorî ya duh li nêzî rêya tijî şênî li Babê pêk hatiye şermezar dike. Her wiha hin raporên din hat bibîrxistin ku zêdetirî 20 kesan hatin qetilkirin.

Morgan Ortagus wiha domand: "Em der barê êrişên terorîst ên di mehên dawîn de bi fikar in."

Duh li bajarê Babê yê Sûriyê yê ku dewleta Tirk dagir kiriye teqîneke dijwar pêk hat, di encamê de bi dehan kuştî û birîndar çêbûn.

(fr)